PSK: Şengal birîneka kûr e di dîlê hemu Kurdan da

download (1)

03 Tebax 15; 13:20

Îro salvegera yêka a jenosîda Şengal e. Li ser kuştin, dîl girtin û derbeder kirina Kurdên Êzdî salek derbaz bû. Lê belê bîrîna me hêşta cebar nebûye. Jı ber ku;

Bi hezaran Kurdên Êzdî hîn di destê terorîstên DAÎŞê da ne,

Bî sedan xwişkên me niha jî tên firotin,

Bî dehhezaran xwişk û birayên me yên Êzdî dur ji warê bav û kalan, li kampan, di bin zirufeka gelek xirap û sext da dijin,

Û cî û warên dîrokî yên Êzdî wekî Şengal û derdorên wê, hêşta bi temamî nehatiye rizgar kirin û jiyaneka aram û ji bona birayên me Êzdî nehatiye desteber kirinê.

Em carekî dinê kiryara rêxistina hov û terorîst mehkum dikin, serxweşî û hevderdî ya xwe pêşkeşê birayên xwe Êzdî dikin.

Em carekî dinê banga Serokatî, Hikumet û Parlamentoya  Herêma Kurdistanê dikin, ku pirtir guhê xwe bidine daxwaza Êzdî û bona çareser kirina pirsgirêkên wan bêtir hewl bidin.

Em carekî dinê banga Serokatî, hikumet û Parlamentoya  Herêma Kurdistanê dikin, ku karê xebatên xwe yên bona nasandina karesata Şengalê wekî jenosîda Kurdên Êzdî zêdetir bikin.

Em banga hemu partî û rexistinên siyasî yên Kurdistan, bi taybetî komel û rexistinên demokrat, ku li dervayê welat xebat dikin, bi hevra û bi hevahengî ligel Hikumeta Herêma Kurdistanê, bona kêm kirina êşa Kurdên Êzdî û nasandina karesata Şengalê wekî jenosîda Kurdên bêtir hewl bidin.

Em jenosîda Şengalê ji bîr nakin!..

03 Tebax 2015

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan