KOMKAR: Em yekemîn salvegera jenosîda Kurdên Êzîdî li Şingalê bibîr tînin

 

komkar_almanya

 

03 Tebax 15; 00:05

Îroj (3.8.2014) yekemîn salvegera jenosîda Şingalê ye. Ji vir salek berê, di rojeke weke îro de, rêxistina xwînmij, hov û terorîst a bi navê Devleta Islamî li Irak û Şamê- DAIŞ li dijî Kurdên Êzîdî li Şingalê jenosîdek mezin pêk anîn.

Bi hezaran Kurdên-Êzîdî ên feqîr û belengaz, ku, pirranîya wan ji mêran, zarok, pîrejin û kalemêran pêk dihat, hatin kuştin û serjêkirin. Bi sed hezaran Kurdên Êzîdî ji ber wan êrîşên hovane ji cih û warên xwe koçber bûn û bûne penaber li seranserê dinyayê.

Piştî jenosîda Şingalê, bi hezaran Êzîdîyên li Başîka û Bahzanê jî ketin ber xezeba DAIŞ’ê, dev ji cih û warên xwe qerîyan û bûne koçber.

Ji bilî Êzîdîyên ku hatin qetl kirin, rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bi hezaran jî keç, jin, zarok û kalemêrên Êzîdî êsîr kirin û li gel xwe birin. Keç û jinên Êzîdî weke koleyên seksê ji xwe re bi kar anîn û ew li sûkên koleyan li Sûrîyê û li Îraqê firotin. Li gel ku heta niha bi sedan keç û jin û malbat ji destê DAIS’ê hatine rizgar kirin jî, lê hê jî bi hezaran keç û jinên Şingalî weke koleyên seksê di destê DAIS’ê weke esîrên seksê mane asê. Li hêla din jî DAIŞ’ê serê gelek zarokên Êzîdî şûştîye, ew kirine misilman û fêrî perwerdeya sileh kirine. Heta niha gelek ji van zarokan ji bo şerê xwe ê cîhadê bikar anîne û di sengerên şer de kirine qurbanî.

Ev komkujîya li dijî Kurdên Êzîdî ne komkujîya yekemîn e. Wek tê zanîn heya niha li dijî Kurdên Êzîdî bi dehan komkujî û ferman pêk hatine. Bi vê komkujîya dawîn li herêma Şingalê, hejmarên komkujîyên hatîn serê Kurdên Êzîdî gihişt 74’an, ango di dîrokê de heta niha Kurdên Êzîdî 74 caran rastî ferman û jenosîdan hatine.

Ev jenosîda ku li Sengalê li dijî Kurdên Êzîdî hatî kirin di di diroka mirovatîyê de wek rupelêkî reş hat nivisandin.

Em di yekemin salvegera jenosîda li dijî Kurdên Êzîdî li Şingalê, hemû şehîdên Şingalê bi rêz bi bîr tînin.

Ruhê wan şad be.

Hêvîya me ewe ku herêma Şingalê rojek berî rojekê ji destê hovên DAIŞ’ê bê rizgar kirin, hemû keç û jinên di destê DAIŞ’ê de bên rizgar kirin, bingeheke aram li Şingalê bê afirandin da ku hemû xwîşk û birayên me ên Kurdên Êzîdî, ku îro bi sedhezaran li kampên pênaberan de ne li seranserê Kurdistanê, bikaribin vegerin ser cih û warên xwe û jîyaneke bi azadî û bi rûmet bimeşînin.