Merasima şehîdên Kobanê li Kopenhagenê hat lidarxistin

1ê Tîrmeh a 2015

Piştî ku bajarê Kobanê ji destên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê hat rizgar kirin, herçiqas ku bajar bi giştî wêran û tarûmar bûbû jî, lê vê yekê kêfxweşîyeke mezin li cem gelê kurd û bi taybetî jî li cem xelkê Kobanê ku weke koçber li Bakurê Kurdistanê diman peyda kiribû.

 

11655786_10206879088205092_779798064_o11659295_1075160802550730_7462606904581276750_n11656214_10206879087685079_1179188430_o

Yilmaz Yildiz/Kopenhag
Xelkê Kobanê hêdî hêdî dest bi vegera ji Bakurê Kurdistanê kiribû û dest bi jîyaneke nû kirûbû, lê rêxistina DAIŞ ku li Girê Sipî û gelek deverên din rastî derbeyên mezin hatin, vê carê bi alîkarîya hevalbendên xwe ên wek Tirkîyê û hwd. dest bi taktîkên din kirin û xwe gihandin nav bajarê Kobanê û dest bi komkojîyeke mezin kirin, êrîş birin ser xelkê sifîl û ew dane ber guleyan. Di encamê de zêdeyî 200 nîştecîyên bajêr hatin qetl kirin û herweha zêdeyî 200 kesî jî birîndar bûn. Ketina terorîstan a nav bajêr heta niha jî her cihê nîqaşê ye, lê piştî vê yekê bivê nevê metirsîyek kete nava milet û hêvîyên wan ên vegerê jî çilmisîn û di warê emnî ne de rastî xeyalşikestinê bûn.

Ji bo bibîranîna şehîdan û şermezerkrina van êrîşên hovane ên li ser xelkê Kobanê, Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê li Danîmark bi piştgirîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmark di roja 28.06.2015’an de merasimek li bajarê Kopenhagenê pêk anî.

Gelek kurd û rêxistinên kurdan beşdarî merasimê bûn û şehîdên Kobanê bibîr anîn. Nûnerên gelek partî û rêxistinan axaftin kirin, şehîdên Kobanê bibîranîn û êrîşa DAIŞ’ê şermezar kirin. Di axaftinên hemûyan de jî daxwaza yekrêzî û yekhelwestîya kurdan hebû. Herweha bang li PYD’ê jî hat kirin ku dev ji sîyaseta xwe a xweferzkirinê û tekane berdê û rê bidê hêzên din ên kurdî jî ku bikaribê bi azadî sîyasetê bikin û beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bibin.

Li ser navê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Yilmaz Yildiz jî axaftinek pêşkêş kir, sersaxîya PSK’ê ragihand ji bo malbatên şehîdan û xelkê Kobanê, êrîşa hovên DAIŞ’ê şermezar kir û piştgrîya xwe ji bo gelê Kobanê dubare kir. Herweha jî rexne li sîyaseta tekane a PYD’ê jî kir û got PYD rê didê hêzên ereban ku li herêmen kurdan şerê DAIŞ’ê bikin, lê rê nadê pêşmergeyên ji Rojavayê Kurdistanê ku mil bi mil li gel YPG’ê û YPJ’ê şerê terorîstên DAIŞ’ê bikin. Herweha anî ziman ku şerê DAIŞê û êrîşên vê dawîyê baş dane dîyar kirin ku pêwîstîya kurdan bi sîyaseteke birane û yekrêzî û yekhelwestîya nav mala kurd heye û hevî kir ku ENKS û TEV-DEM di zutirîn wext de dest bi dayinûstendinan bikin û peymana Dihokê bi cî bînin.

 

http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=52961&LinkID=137