Daxwiyaniya Hevkarıya Hêzên Siyasî Li Danimarka

ala_kurdistan3

 

 

Derheq êrîşa hêzên PKKê bo ser komek Pêşmergeyên PDKÎ

26 Gulan 15; 20:20

Ev demekê ku rewşa rojhilata navîn, xasma ji Kurdistan li hember gorankariyên gelek mezin da rû bi rû ye û pirsa Kurd wek netewek di ser asta cîhanê ketiye rojeva hêzên mezin ên dinê. Her weha li başûr û rojavayê Kurdistanê neteweya Kurd bi beşdariya hemû perçeyên Kurdistanê, şerêki bê hempa, şerê parastina xwe û hêmu dinê li diji hêzên terorîstî DAIS dimeşine.

Wa xûya ye pişti vi şerî di demekî gelek nêz de, Kurd bo cara yekem di dîroka siyasî ya xwe de bibin bi xwedîyê dewleta Neteweyî. Em ketinê qonaxeki ku dewleta ku were ilan kirin dinya ji êdi wê bi fermî nas bike.

Di rewşeki wisan de hejmarek ji Pêşmergeyên Partiya Demukrat a Kurdistana Îranê jibo birêvebirina kar û xebata netewî û hizbi di herêma Kêleşîn û Xinêre ber bi aliyê Rojhilata Kurdistanê diçûn, ji aliyê hêzekî mezin ji girîlayên PKKê bo heyamê çend rojan hatin dûrpêç kirin û mixabin roja Yekşem berwar 24ê Gûlanê a 2015an de, kevtin ber êrîşa wan û di encam de pêşmergeyek PDKÎ bi navê Qadir Kerîmî hat şehîd kirin û sê Pêşmergeyên din yên wê partiyê bi tundî hatin birîndar kirin.

Li ser vê bûyerê di seri de serokatiya herêma Kurdistanê û piraniya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî nerazî bûna xwe li hember wî şerî dane nîşandan û amadebûna xwe jibo rîya çareseriyê û bi metodên aştiyane hela wê pirsê nîşan dane.

Em wek Komîteya HEVKARI ya hêz û aliyên siyasî yên Kurd û Kurdistanî li welatê Danmarkê, piştewaniya xwe jibo hewlên serokatiya herêma Kurdistanê û parlemana Kurdistanê bo çareseriya wê pirsê bi rêya diyalogê nîşan didin û di heman demê de êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên PDKÎ mehkûm û şermezar dikin. Her weha xebata partîyên rojhilata Kurdistanê li ser welatê xwe, maf û heqê wan partiyan dizanin.

Bê şik û goman, şerê birakûjî derbekî giran û karîger li ser hemû bizava Kurd dibe û dibe sebebê pêşîlêgirtin ji pêşveçûna pirsa Kurd di hemû herêm, û cîhanê de. Di heman demê de zirarekî mezin e jibo xebata hemû partîyên Kurdistanî li hemû perçeyên Kurdistanê.

Her bi wê armancê em careke din dengê xwe dixin ser dengê Parleman û Serokatiya Herêma Kurdistanê û daxwazê ji her dû aliyan dikin wê pirsê bi rîya diyalog û rûniştinê çareser bikin û tifingên xwe ber bi neyarên Kurdan û dewletên dagîrkerên Kurdistanê bigirin.

Komîteya HEVKARI a hêz û aliyên siyasîyên Kurd û Kurdistanî tevî xembariya xwe ji wê karesata mezin û şehîdbûna Pêşmergeyek PDKÎ bi destê girîlayên PKKê, dîyar dike, sexweşiya gerim a xwe ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û malbata şehîd Qadir Kerîmî dike û di heman demê de hêviya zû çareserbûna birîndarên wê rûdawê dixwaze.

HEVKARI- DANIMARKA

25.05 2015

4ê Cozerdana 2715 a Kurdî