KOMKAR Danimarka: Em êrîşa PKK’ê a li dijî PDK-Î mahkum dikin


Kuştina kurdan bi destê kurdan pêwîste ji bo her kurdekî xeta sor be.

komkar_
Ev çend roj bûn li Rojhilatê Kurdistanê, li herêma Keleşînê di navbeyna pêşmergeyên Partîya Demokrata Kurdistan-Iran (PDK-Î) û gêrîlayên PKK’ê de alozîyekê rûda bû. Berpirsên PDK-Î li ser vê alozî û nakokîyê ji bo rîya çareserîyê daxwaz û bangawazîya dîyalogê kirin. Mixabin berpirsên PKK’ê xwe nêzîkî vê yekê nekirine û di roja 24’ê Gûlanê de bi êrîşa ser pêşmergan da bersiv dane. Di encamê de pêşmergeyekî qahreman şehîd kirine û çend pêşmergeyên din jî birîndar kirine.

Wek tê zanîn di destpêka meha Gûlanê de (7.Gûlanê) li şarê Mahabadê, li Hotel TARA sîxûrên rejima Îranê destdirêjîya keçeke kurd kiribûn. Keça kurd a bi navê Ferînaz Xosrewanî ji bo ku nekevê destê wan har û hovan ji neçarî xwe ji qata 4’an avêtibû xwarê û dawî li jîyana xwe anîbû. Dawîbûna jîyana keça Mahabadî û kiryarên berpirsên komara xwînrij a rejima îslamî bûbû sedemê hêrs, rik û serhildana gelê Mahabada qahreman.

Agirê serhildan û azadîxwazîya ku li Mahabadê dest pê kir, yek ser li şar û gûndên Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Deng û rengê piştgirîyê û hest û daxwaza nerazîbûna li dijî Cumhurîya Îslamî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê deng veda û belav bû. Her weha rejima Cumhurîya Îranê jî kar û tawanên xwe ên ne mirovî, ne edlayî hîn jî firehtir kir, bir astê herî bilind. Girtin û jimara binçavkirina kesan bi sedan bihorî. Her weha ji bo çavtirsandinê li şarê Ormîyê gelek kesan li sêdare dan, ango îdam kirin. Ji ber wan êrîş û binçavkirina gel, hêz û alîyên sîyasî ên Rojhilatê Kurdistanê bangî gel kirin ku di roja 16. Gûlanê de dest bi grêva giştî bikin. Gel li ser vê bangawazîyê dikan venekirin, neçûn kar, neçûn dibistanan. Bi kurtayî ji malên xwe dernektin. Van çalakîyan rejima Îranê xist nav xof û tirsê. Hêzên asayîşa rejimê girtin û binçavkirina gel her çû firehtir kir. Li ser van bûyeran, ji bo ku gel bi tenê neyê hiştin û parastina gel werê kirin, PDK-Îranê biryara şandina pêşmergeyan ji bo Rojhilatê Kurdistanê da.

PDK-Îran, ku di sala 1945’an de li ser wê xakê hatîye damezirandin û ji bo azadi û rizgarîya gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê heta roja îro kar û xebat dimeşîne, îro ji hêla gêrîlayên PKK ve rê li wan tê girtin, êrîş li wan tê kirin û pêşmergeyekî wan tê şehîd kirin û sê peşmerge jî têne birîndar kirin. Tu hêz û kurdekî welatparêz nabe vê helwesta PKK’ê qebul bike.

Em jî wek KOMKAR-Danimarka vê helwesta PKK’ê a li hember PDK-Îran qebul nakin û mahkum dikin. Eger pirsgirêkên kurdan û hêzên wan ên sîyasî hebin, divê ev pirsgirêk bi dayin û stendin û bi rîya dîyalogê, bi ûsûlên medenî, bi rîyên aşîtîyane werin çareser kirin, ne bi êrîşan, rêlibergirtinan, kuştinan, gef xwarinan û bi tehdidan.

Pirsgirêk û nakokîyên di nav hêz û partiyên sîyasî de, bi metodên êrîşbirina li ser hevudin, hevkuştin, pêşîlêgirtina kar û xebata hêz û aliyên din, rîya çareserîyê nîne. Tecrûbên bi dehan salan jî baş didine dîyar kirin ku hewildanên bi vî rengî ji gelê kurd re xizmet nekirîye û nakê, heta ji bo wan hêzên êrîşkar re jî feyda nayînê. Berevacî vê yekê, dijminên Kurd û Kurdistanê ji van zaaf û kiryarên me sûd werdigrin, birînên me kûr dikê, hêvi û umuda gel dişkêne. Dijminan şad û dostan jî dilşikestî dikê.

Helwesta ku PKK îro li hember PDK-Îran dimeşîne, guman tê de nine ku tu xizmetekê ji gelê Kurd û Kurdistanê re nakê, heta ji PKK re jî tu xizmetê nakê. Eger xizmetek hebe, ew jî ji rejima dagirker a Cumhurîya Îslamî a Îranê re dikê.

Ji bo vê yekê em li vir bangî hemû alîgir û dostên PKK dikin, ji vê sîyasetê nebêjin erê!.

PDK-Îran diçê şerê dijminê gelê xwe dikê, nabe PKK rê li ber wan bigre!.

Kuştina kurdan bi destê kurdan, divê ji bo her kurdekî xeta sor bê !.

Kurdo tu jî qebul neke!.

BIJÎ KURD Û KURDISTAN!
BIMRÊ ZORDARÎ!.

KOMKAR-DANIMARKA

26.05.2015