Nameya komek rewşenbȋrȇn Kurd ji Sȇkrȇtarȇ Yekȋtiya Netewan ra ji bo halȇ Ȇzdiyȇn Şengalȇ

2015-05-26

Bang ji bo Sekreterê Yekȋtiya Netewan

Hȇja Sekreterê Yekȋtiya Netewan Ban Ki-Mȗn,

3ȇ meha Tebaxȇ sala 2014 hȇza tȇrorȋst e fanatȋk , ku xwe nav dike ” Dewleta Ȋslamȋ ya Ȋraq ȗ Şamȇ” (DAȊŞ), komkujȋke hovane, ku mȋnakȇ wȇ cihanȇ de degme tȇne dȋtin anȋne serȇ civaka Kurden Êzdȋ. Kesȋ bawer nedikir, ku ew hȇza çekdar, ku ji musulmanȇn radȋkal pȇk tȇ, ji her qulçȇ cihanȇ li dewleta Sȗryayȇ de kom bȗne, bo dijȋ rȇjȋma Beşer Esed şer bikin, bi alȋkariya dewletȇn musulman wȇ ewqas bi hȇz bibe, ku nȋvȇ Sȗriyȇ ȗ İraqȇ zevt bike, dewa çȇkirina dewleta Xelȋfet ya Ȋslamȇ bike, bȇ bikeve Şengalȇ ȗ fermana Ȇzdiyan rake.

Ji pey dagerkirina bajarȇ Mȗsilȇ ȗ der-dorê wȇ, artȇşa dewleta İraqȇ çek ȗ cebirxane xwe bȇ şer ȗ astengȋ wan re hȋştin, ji wur banz dan. Temamiya çek ȗ sîlihên wȇ artêşȇ, ku yȇn here modêrin, giran ȗ pȇşketȋ bȗn, ketin destȇ DAȊŞan. Wan jȋ berȇ ewlin wek gurȇ har hicȗmȋ li ser cȋ ȗ warȇ Ȇzdiyȇn Şengalȇ kirin.

Dewleta İraqȇ ȗ hȇzȇn dȋ yȇn deshilatdar, ku borcdar bȗn xelkȇ Şengalȇ biparȇzin, xelk bȇ xwedȋ, destevala di nava lepȇ wan debeyȇ hov de hȋştin ȗ bȇ şer paşda vekişyan. Dest bi kereseteke ne ȋsanȋ bȗ. DAȊŞȇ du rȇ danȋne ber Ȇzdiyan; yan musulmanbȗn yan mirin. Sedsala 21’an de Ȇzdȋ dȋsa qetlyameke zulm, neheqȋke bȇ wȋjdan re rê bi rȗ man. Hema dema ewlin de çetȇn DAȊŞȇ li ber çavên xelkȇ Şengalȇ jin, mȇr, zarok, kal-pȋrȇ wan serjȇ ȗ gulebaran kirin, birȋndar, saxe-sax kirin çel. Dest bi talankirin-wȇrankirin, şewitandina gund ȗ şȇnan bȗ. Şengal evdȇ Êzdȋ ra kirin goristana tirsȇ ȗ sawȇ. Evdȇ ku pȇra negȋhandin birevin, yan hema cȋ da gulebaran kirin kuştin, yan bi hezaran jin û zarok, zilam berev kirin, wek hȇsȋr berȇ wan dane gund ȗ bajarȇ ereban, ecȇb anȋne serȇ wan. Pȋrekȇn êzdiyan sȗkȇ musulmaniyȇ da wek dewranȇn pȇxemberan derxistin firotanȇ. Namȗs hate binpȇkirin.

Bi sedhezaran ȇzdȋ ji bo canê xwe xelas bikin, mal û milk, keda xweye sala berdan û koçber bûn.

Zêdeyî 100.000 ȇzdiyan xwe li Çîyayê Şingalê girtin, di kele kele germa havînê de, di dorpȇça hȇzȇn DAȊ Ş ȇ de bi heftȇyan bê nan û av man. Bi sedan zarok, kal-pȋra ji tunebȗna derfetȇn jiyanȇ, jiyana xwe dest dan.
Eger di wê demȇ de kooridorik berbi Rojavayȇ Kurdistanȇ venekirana wȇ ȇw keresetȇ hȇ mezintir bibȗya. Gelkujiya gundȇ KOÇO bi serȇ xwe wenekȋ Gȇnosȋyȋdȇyȋ zȇndȋ ye. Hesabȇ bineliyȇ wȋ gundȋ digihȋşte 1800ȋ.

DAIŞȇ gund dager kir, du rê dan ber bineliya, yan bibin misilman, yan jî bêne kuştin! Êzîdîyan şertên wan qebul nekirin, DAIŞê zêdeyî 600 mêrên gund qetil kirin û bi sedan jin, zarok, kalemêr û pîrejin jî revandin li gel xwe birin, gund talan ȗ wȇran kirin.
Di heman demê de DAIŞê êrîş bir li ser herêma Kurdên Êzîdî li Başîka û Bahzanê jî. Li vira jî bi dehhezaran Kurdên Êzîdî dest ji mal û milkên xwe berdan û koçber bûn.
Berîya ku DAIŞ, êrîşî Şingalê bikê, li gor texmînan şênîyên (nifûsa) Şingalê, di ser 450.000 kesî re bû. Îro tenê derdora 10.000 kes li serê Çîyayê Şingalê mane û li wir jîyana xwe di bin çadir û konan de derbas dikin. Bi sedhezaran li Başûrê Kurdistanê, 10.000’an li Rojavayê Kurdistan’ê û zêdeyî 20.000 Kurdên Êzîdî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û li wir gelek gund û kampan de dimînin û jîyanek pir dijwar de dijîn.

Bi hezara zarȇn sȇwȋ bȇxwedȋ-bȇxudan kȗça de mane, seda hezara bin çadirȇn nȇylon de bȇ guman ȗ bȇ hȋviyȇn paşȋrojȇ nizanin wȇ çi bȇ serȇ wan. Hejmareke zȇde evdȇn Êzdȋ destȇ DAȊŞȇ de hȇsȋr in, piraniya wan keç ȗ jin in.
Zarokȇn Êzdȋ top kirine, bi zorȇ kirine musulman, mejȗyȇ wan dişon, ji wan xwe ra bo pȇşȋrojȇ şervana hazir dikin. Ji ber ku Kurdên Êzîdî ne misilman in, ewana herdem bii çavên Îslamên radîkal û fanatîk wan dinhȇrin. Êzdȋ di alyȇ wan da wek neyar û dijmin tên hesibandin û dibin hedefa êrîşan.

Erebên heremȇ, ku cȋnarȇ Êzdiyan yȇ bi salan bȗn, payȇ wanȋ pirȇ DAȊŞȇ ra bȗne heval ȗ rȇber, bȗne şirȋk ȗ sebebȇ wȇ qetliyamȇ. Gelek mela-miftiyȇ cihana ȋslamȇ, çawa demȇn fermanȇn dewranȇn berȇ fitwa helalkirina kuştina, serjȇkirina zar-zȇç ȗ evdȇn Êzdiyan, talankirin-wȇrankirina cȋ ȗ waran, xwe ra wek hȇsȋr birina keç ȗ bȗka dan.

Wek ku tê zanîn, rewş gelekî xerab e û xetereka mezin hȇ jȋ li ser jîyana Kurdên Êzîdî, bîr û bawerîyên wan yê olî û netewȋ heye. Kurdȇn ȇzdȋ civakeke cihanȇ ya xweyȇ bȋr ȗ baweriyȇ here kevnar e, holȇ rabȗna vȇ civakȇ, zirareke mezin e ji bo dȋrok ȗ kȗltȗra Rojhilata Navȋn ȗ cihanȇ. Vȇ tragȇdiya mezin dî warȇ nefsî / pskolojîyê/ de jȋ ev civaka şikestȋ serûbinî hev kiriye, pêwîstî alîkarîke bi lez heye! Nȇzkaya deh meha li ser wȇ tiragȇdiyayȇ re derbas bȗye. heta vê gavê jî herêma Şingalê bi giştȋ nehatîye rizgar kirin, Êzîdî hê jî ji ber tirsa DAIŞê, newêrin vegerin herêmên xweye rizgarkirî. Halȇ civakȇ çiqas diçe xirabtir dibe. Dewleta İraqȇ çawa berȇ ȗsa jȋ niha xweyȋ pirsgirȇkȇ vȇ civakȇ dernayȇ.

Civaka Ȇzdiyan ber qeziya undabȗnȇ sekiniye. Em wek rewşenbȋrȇn Kurd yȇ nȇzȋkȋ vȇ civakȇ bangȋ we, Netewȇ Yekbȗyȋ dikin bi lezgȋnȋ xwedȋ wȇ civaka bȇsȗc derkevin, ku bȗye şahȋdȇ qetilyama neheqa, ketiye halȇ undabȗnȇyȋ pir xeter. Bi şert ȗ mercȇ xwe, ev komkujȋ ya DAȊŞȇ anȋ serȇ vȇ civaka bȇ sȗc bi hemȗ şert ȗ mercȇn xwe weke wan kirȋtȇrȇn qebȗlkirina GȆNOSȊDȆ ne ku Konvȇnsiya Asanbilȇya Yekȋtiya Netewan de sala 1948a hatiye qebȗl kirin. Em hȋvȋ dikin vȇ komkujiya ser Ȇzdiyan hatiye kirin, wek GȆNOSȊD bȇ pejirandin, sȗcdarȇ wȇ keresetȇ bȇne cezakirin ȗ bo berdewama jiyana civaka êzdiyan alȋkariya anegor bȇ dayȋn.

Kesen ku ev name imza kirinê:

Dr. Eskerê Boyok (Niviskar), Ali Haydar Koc (Lekolinvan-Niviskar), Niazamettin Aric (Hunermend), Delil Dilaner (Hunermend), Murat Dagdelen (Niviskar-Siyasetvan), Seref Xoce (Melle), Salih Omeri (Niviskar-Siyasetvan), Bubê Eser (Niviskar), Prof. Knyazê Ȋbrahîm Mȋrzoyȇv (Nivîskar, Zanyar, Qazaxstan), Suleyman Sêlêvani (Niviskar), Temurê Xelil (Niviskar), Huseyin Habasch (Niviskar), Sakir Epözdemir (Niviskar), Husȇn Duzen (Niviskar), Salihe Kevirbiri (Rojnemevan-Niviskar), Piriske Mihoyi (Rojnemevan- Nivîskar- Rȗsya), Dr. Temmur Hesenyan (Aborizan), Nawaf Miro (Niviskar), Yilmaz Camlibel ( Niviskar -Siyasetvan), Emerikê Serdar (Rojnemevan-Niviskar), Prof. Feyzoyê Egit Şamoyan (Zanyarê matêmatîkayê, Rusiya), Dr. Ezîz Gerdenzerî (Nivîskar, Danîmarka), Haluk Oztürk(Nivîskar, Swed), Hejarê Şamil (Rojnemevan- Nivîskar, Qirqizstan), Konȇ Reş (Nivȋskar, Sȗriya), Yȗrî Nabȋyȇv (Rojnemevan-Sȋyasetvan, Rȗsiya), Keremȇ Anqosȋ (Nivȋskar, Gurcistan), Bȇlla Stȗrkȋ (Rojnemevan, Gurcistan) Bekir Topgider (Niviskar-Siyasetvan), Dr. Golmorad Moradi (Lekolinvan,Niviskar,Berdevikê rexistinên Mafe Mirovan NGO di YN), Aziz Zahter (Calakvana heqqe Mirovati), Kovan Amedi (Niviskar-Siyasetvan), Mustafa Birden (Mamoste), Newroz Bawer (Niviskar Siyasetvan), Cetin Tasci (Sosyal pedegog), Seyȋdxan Kurij (Lekolinvan Niviskar) Fettah Timar (Niviskar-Siyasetvan ), Baran Hemze (Niviskar-Siyasetvan), Dr.med. Şükrü Güler (Doxtor), Prof. Muhammedê Misto (Zanyar-siyastmedar-Qazaxistan), Shewqieddin Isa (Niviskar-Lekolinvan)