Bijî tekoşina jinên Kurd yên bi rexistinî!

Ji bo jinên ku hatine şewitandin!

Di rojên ku amadekariya pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê tê kirin, em xweşbînî û reşbîniyê bi hev ra dijîn. Xweşbîn in, ji ber ku di pêvajoya agirbestê de bidestxistina aşîtiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rê û olaxên demokratîk wê hîn hêsantir û mayende bibe.

Ji aliyê din, agahdariyên li ser bûyer û şîdetên dijî jinan yên ku dawî lê nayên û me reşbîn dikin…

Tecawiz kirin bes nake, kêr kirin, kuştin, bi ser da jî şewitandin li pey tê… Mirov van bûyerên ku civatê bi giştî tîne qonaxa hovîtiyê, nikare tenê bi peyva şîdetê bi nav bike; ew bi serê xwe wehşet in, qetlîam in.

Mirov nikare van wehşetan wek kuştinên alelade nişan bide. Ew wehşet jî bi eşkeretî nişan didin ku şideta dijî jinan di kîjan astê da ye.

Baş e; bi çi awayî dikare şidet ji aliyê civatê va tê pejirandin û wek bûyereke asayî tê dîtin?

Ger dewlet welatiyên xwe yên ku derdikevin kûçe û kolanan û mafên xwe yên demokratik bi kar tînin bi riya şidetê „bîne rê“, bi ser de jî wan bi lêdanan bikuje;

Ger mêr bi hincetên badilhewa jina xwe bikute û jin jî vê rewşê bipejirîne;

Ger şidet di dibistanan da wek rêbazeke perwerdehiyê bê bikar anîn;

Ger jin di civatê de; „ji ber fitrata xwe“ bi mêran ra wekhev neyê pejirandin û yasa, kevneşopî, adet û tore jî destek bidin vê rastiyê;

Ger jin, her çiqas bi mêran ra kar û xebatên wekhev bikin jî, ji wan kêmtir pere bistînin;

Ger bi hinceta „ji xwe mêrê wî wê xwedî bike“ malbat keçên xwe neşînin dibistanan;

Ger zarok di piçûktayiyên xwe de wek „jin û mêr“ ji hev bên cuda kirin;

Ango, ji dewletê bigre heta malbatê, di her qada jiyanê da cudakarî û şidet bibe jiyana rojane, ewê bibin encameke xwezayî û ji aliyê civatê ra jî bên pejirandin.

Baş e, gelo emê wan neheqiyên ku li me tên kirin wek qeder bipejirînin û li bendê bin ka gelo sibê wê çi werê serê kîjan ji me? Bê guman, na!

Em êdi naxwazin kêm bên dîtin, piçûk xistin, çewisandin; naxwazin lêdan bixwin, li me tecawiz bê kirin, bên kuştin û bi ser da jî bên şewitandin! Êdî bes e!

Ji bo ku pêşi li van wehşetan bên girtin derxistina yasayên xapînok an jî di yasayên heyî de hin guhartin pêk anîn têrê nake. Divê di nav civatê de têgihana jintiyê bê guhartin, yasa wek pêwist in bên sepandin, ji bo sûcdaran efû û mafên wek wê neyên bi kar anîn.

Em jinên Kurd yên KOMJINî, ji bo ku qeyd û bendên ku li dest û milên me hatine alandin rizgar bibin bang li hemû jinên Kurd dikin; werin em tekoşîna bi rêxistinî bilind bikin.

Bijî 8´ê Adarê!

Bijî tekoşina jinên Kurd yên bi rexistinî!

05.03.2015