Kampanya danheva kincan ji bo koçberên Êzîdî li Başûrê Kurdistanê

 

10421332_801500346538052_318607299654570764_n (1)

 

Wek ku tê zanîn di roja 03.08.2014’an de rêxistina terorîst a bi navê DAIŞ’ê êrîş biribû ser herêma Şingalê û hovîtîyeke nedîtî anî serê Civaka Êzîdî li wê herêmê. Piştî wê yekê bi sedhezaran Êzîdî ji cih û warên xwe kocber bûn, bi dehhezaran bi rojan li serê Çîyayê Şingalê mane asê û bi sedan ji ber nan û avê jîyana xwe ji dest dan. Ji bilî wê yekê DAIŞ’ê Êzîdî di komkujîyan re derbas kir, ku gelek ji wan bi saxî binax kirin. Şeref û namûsa Êzîdîyan kete bin lingan û bi sedan keç û jinên Êzîdî hatin revandin û îro jî li bazaran têne firotin.

Eve fermaneke ecêbgirtî bû, karêsateke nedîtî bû. Îro Êzîdî li seranserê Kurdistanê, di welatê xwe de bûne pênaber/koçber û pêwistî alîkarîyê ne. Xelkê Kurdistanê bi hemû şêweyî alîkarîya xwîçk û birayên xwe dikin, lê gelo wê heta kengî karibin di bin vî barî de rabin? Îro li Kurdistanê zêdeyî 1,5 milyon koçber hene, bivê nevê barek giran ketîye ser milê Kurdistanê jî. Zivistan jî êdî hino hino nêzîk dibê û ev pênaber pêwîstî alîkarîya mehemûyane ne.

Em li vir di nav azadî û aramîyê de dijîn, bi kêmanî jî bê, zikê me têre û ne di rewşek wilo xerab de jî dijîn. Di vê roja teng de wacibe li ser milê me hemû kurdên li Ewropa’yê ku em alîkarîya gelê xwe bikin, hindik jî bê ojdanê xwe rihet bikin û wan ji vê rewşa xerab rizgar bikin.

Ev demeke Êzîdîyên li Danîmark bi piştgirîya rêxistinên kurdî dest bi alîkarîya Êzîdîyên Şingalê kirîye. Kesên ku alîkarî kiribê, em spasîya wan dikin û kesên ku heta niha nekiribê jî, hêvîya me ewe ku ew jî ojdanê xwe rihet bikin û li gelê xwe xwedî derkevin. Îro roja xîretê ye, gelê me îro pêwistî alîkarîyê ye, destê alîkarîyê dirêjî koçberê gelê xwe bike.

Ji bilî alîkarîya madî, me êdî dest bi danheva kincan jî kirîye. Em banga xwe digihînin gelê xwe û nas û dostan ku piştgirîya me bikin. Halê hazir me amadekarî kirîye ku tirêmbêlekê (TIR) ji kincan barkirî bişînin ji bo kocberan. Dibê ku bibê du trimbêl jî.

Tistên ku em dixwazin berhev bikin evin:

Kinc
Batanî
Lihêf
Pampazên zarokan
Şuşe û şîrê zarokan
Pêlav/Sol/Şekal/Kakul
Lîstikên zarokan

Herkesê ku kincên zêde li ba hebin, bila ji kereme xwe re li min bigerin, an bigihînin min, an telefona min vekin, an mailekê ji min re bişînin, an jî li ser facebookê peyamekê ji min re bisînin.

Telefon: 30 22 52 97
E-mail: yilmazyildiz1973@gmail.com

Kesên ku bixwazin alîkarîya madî jî bikin. Kontoya me a alîkarîyê jî li jêrê ye.
Ji niha de zor spasîya alîkarîya we dikin.

Silav û rêz
Yilmaz Yildiz