Li Kopenhagenê şevek ji bo qurbanîyên Şingalê hate lidarxistin

kopenhag020914

Wek ku tê zanîn rêxistina terrorist a bi navê DAIŞ’ê di roja 03.08.2014’an de êrîşî herêma Şingalê kiribû û Êzîdî di komkujîyan re derbas kiribû. Heta niha jî bajarê Singalê û gelek gundên Êzîdîyan di destê DAIŞ’ê de ne û metirsîya DAIŞ’ê li ser herêmê hê jî bi dawî nehatîye.

Piştî êrîşên DAIŞ’ê bi sedhezaran Êzîdî dev ji cih û warên xwe berdan û berên xwe dan herêmên wek Duhok û Zaxo û hwd. Herweha zêdeyî sedhezar Êzîdî jî li serê Çîyayê Şingalê bi rojan bê nan û av mane asê û gelek kesan jî jîyana xwe ji dest dan. Bi sedan jî mirov hatin qetl kirin, ku gelek ji wan bi saxî hatin binax kirin. Bi sedan jî keç û jinên Êzîdî hatin revandin û li bazaran hatin/têne firotin. Vê gavê bi hezaran koçberên Êzîdî di Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ve derketine û muhtacî alîkarîyê ne.

Piştî vê karêsatê Civaka Êzîdî li Danîmark, ku Komela Kulturî a Êzîdîyan li Danîmark jî di nav de ye, ji bo çalakîyan komîteyek hevbeş di nav xwe de damezirandin û ji bo ku alîkarîya qurbanîyên Singalê bikin bi piştgirîya komel û rêxistinên kurdî dest bi danheva alîkarîyê kirine.

Bi vê pêwanê di roja 31.08.2014’an de jî ji bo piştgirîya Şingalê, vê komiteya hevbeş bi piştgirîya çalakvana kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Soorat Jamshidi û hevjînê wê Jalal Salimi şeveke bi xwarin û vexwarin lidarxistin. Şeva ji bo piştgirîya Şingalê li salona Laila Festlokale li taxa Valby’ê li bajarê Kopenhagenê hat lidarxistin. Şevê di seat 16.00’an de dest pê kir û heta seat 21.00’an berdewam kir. Girseyeke mezin ji kurdan û nas û dostan beşdarî şevê bûn û piştgirîya xwe nîşan dan.

Bernameya şevê gelekî dewlemend bû. Sefîrê Îraqê û Ermenîstanê jî beşdarî şevê bûn û piştgirîya xwe ji bo Êzîdîyan nîşan dan. Di şevê de herweha gelek kesan axaftin kirin, ku gelek ji wan jî sîyasetmedarên danîmarkî bûn. Hemûyan jî piştgirîya xwe ji bo Êzîdîyan û kurdan dan nîşan dan.

Serokê Federesyona Komelên Kurd li Danîmark Adnan Agacan jî axaftinek pêşkêş kir, karêsata hatî serê Êzîdîyan şermezar kir û piştgirîya xwe nîşan da. Herweha jî bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û metirsîya DAIŞ’ê li ser herêmê.

Di şevê de Kurdistan TV, rojnameya Rudaw’ê, Anadolu Ajansi û li ser navê Dengê Kurdistan, Dengê Azad û Roja Welat jî xwedîyê van rêzikan amade bûn. Rojnamevanê Rudawê Deniz Berxwedan Serincî li ser gera xwe a di nav koçberên Êzîdî li Başûrê Kurdistanê agahî dan mêvanan û qala trajedîya Êzîdîyan kir. Hevpeyvînek ku li gel rojnamevanê Rudawê ê Êzîdî Bereket Îsa ku 7 rojan li serê Cîyayê Singalê mabû asê pêşkêşî mêvanan kir. Di şevê de çend videklîp li ser karêsata Şingalê û koçberîya Êzîdîyan hatin nîşandan û mêvan di nava hiznê de hiştin.

Şev ji destpêkê heta bi dawîyê ji alîyê herdu keçên kurd ên gênc Soorat Jamshidi û Besê Xelef ve hate birêvebirin.

Hunermend Fuat Talay û Cahit Ece jî bi çend stranan piştgirî dan şevê. Ji bilî wan jî grûbeke muzika danîmarkî piştgirî dane şevê.

Herçiqas ku şev ji bo armancekê hatibû lidarxistin û mêvan jî tev da di nava kul û kederan de bûn, komedîyan Omar Marzuk bi hatina xwe piştgirî da şevê û bi henek û laqirdîyên xwe hişt ku hinkî rûyê mêvanan bikenê û hinkî xwe ji bîr bikin û êrîs bire ser fanatîkên îslamî û DAIŞ’ê. Omar Marzuk bi xwe erebê Misrê ye, lê li Danîmark mezîn bûye û gelekî bi nav û denge.

Şev bi giştî serkeftî derbas bû û hemû mêvan ji bername û rêveberîya şevê gelekî memnûn bûn.

 

Yilmaz Yildiz

Kopenhag

02.09.2014