Șingal xwîn digirî – destê alîkarîyê dirêjî Șingala birîndar bike



Rêxistina terorîst a bi navê DAÎȘ’ê di roja 03.08.2014’an de kete herêma Șingalê û Kurdên Êzîdî di komkujîyan re derbas kir. DAIȘ’ê destdirêjîya şeref û namûsa Êzîdîyan kir û bi sedan keç û jinên Êzîdî revandin û bi xwe re birine. Gelek ji wan li bajarên ereban di bazaran de difroşin dewlemendên ereb an jî ji xwe re weke ”nikah al cihad” bi kar tînin. Ev bi serê xwe karêsateke mezine. DAÎȘ’ê herweha bi sedan Êzîdî qetl kirin, ku gelek ji wan jî bi saxîtî hatine veşartin. Bi sedhezaran jî niştecîyên Êzîdîyên Șingalê ji ber vê wahşetê dev ji cih û warên xwe berdan û xwe li Çîyayê Șingalê girtin. Ev xelkê koçber li serê Çîyayê Șingalê bi rojan bê nan û bê av man û bi sedan zarok, kalepîr û kalemêr jîyane xwe ji dest dan. Ji neçarî xelkê dest bi xwarina geya û pelên daran kirin û gelek jî ji ber vê yekê jîyana xwe ji dest dane. Germa wê herêmê di vê dema havînê de digihê 45-50 dereceyan. Ev jî bi serê xwe bandoreke gelekî giran li ser xelkê kir.

Piştî karesata Șingalê Êzîdîyên li herêma Welatê Șêx jî, ku dikevê nêzîkî bajarê Musil û parêzgeha Duhokê, ji ber metirsîya jîyana xwe, şeref û namûsa xwe û ola xwe terka cih û warên xwe dan û berê xwe dan herêma Duhokê û Zaxoyê. Gelek ji wan malbatan îro xwe li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê girtine. Bi dehhezaran Êzîdîyan xwe li Rojavayê Kurdistanê girtine û bi hezaran jî di ser pira Sêmalka re carik din derbasî Başûrê Kurdistanê dibin.

Îro Civaka Êzîdî di metirsîyeke gelekî mezin de ye. Êzîdî li ber hebûn û tinebûnê ne. Bi sedhezaran koçber û perîşan hene.

Em daxwaza alîkarîyê ji gelê xwe dikin, ji her kurdekî welatparêz, ji her mirovekî xwedî wîjdan, her mirovekî mirovhêz û aşîtîxwaz dikin ku li birayên xwe Kurdên Êzîdî xwedî derkevin û destê alîkarîyê dirêjî Șingala birîndar bikin.

Bi vê pêwanê me wek Êzîdîyên li Danîmark, ku Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark jî di nav de ye, ev kontoya hevbeş a li jêr ji bo Șingala birîndar vekirîye. Ev alîkarî bi destûra polîsê Danîmark hatîye dest pê kirin. Ev alîkarî jî bêgûman wê tenê ji bo qurbanîyên karêsata Șingalê bê û her kronek ji bo me weke hemû malê dinyayê ye.

Șingal li benda alîkarîyê ye – Bila Șingal neyê ji bîr kirin – Șingalê nede ji bîr kirin. Alîkarîya Șingalê bike ta ku birîna Șingalê derman bibê.

Ji niha de zor spasîya alîkarîya we dikin.

 

10421332_801500346538052_318607299654570764_n