HAK-PARê şaredarîya Konukbekler’ê li Muş’ê qezenc kir

hak-parli-baskan-mazbatasini-aldi3b223438e3d25dee02cc

Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR’ê jî besdarî hilbijartina herêmî li Kurdistan û Tirkîyê bû. HAK-PAR di 55 parêzgehan de beşdarîya xwe ragihandibû û dest bi kar û xebatê kiribû. Hilbijartin di 30.03.2014′an de pêk hat. 

Piştî encamên hilbijartinê derket holê ku HAK-PAR’ê li herêma Muş’ê şaredarîya Konukbeklerê, ku bi ser navenda bajarê Muş’ê ve ye, qezenc kirîye. Navê namzetê HAK-PAR’ê Mahmut Subaşı ye û ew niha wek serokê Konukbekler’ê hatîye hilbijartin.

Mahmut Subaşı 64 salîye û bavê 8 zarokane. Ew bi xwe meleye, lê tucarî meletî nekirîye û di sala 1983’ane di SHP’ê de dest bi karê sîyasî kirîye. Di sala 1990 de jî di damezirandina HEP’ê de cih girtîye û piştî derketina xwe a Ewropa jî dîsan her aktîf maye û di gelek komelên kurdî de kar û xebat kirîye. Di sala 2004’an de vedigerê welêt û di sala 2006’an de jî di nav damezirandina partîya KADEP’ê de cih digirê û dibê cîgirê serokê partîyê Şerafettin Elçi. Ji ber ku KADEP’ê di hilbijartina herêmî de hemû teşkîlatên xwe temam nekiribûn û nikarîbû beşdarî hilbijartinê bibê, Mahmut Subaşı ji KADEP’ê îstifa dikê dibê berendamê HAK-PAR’ê li Anzar’ê (Konukbekler).

Di hilbijartinê de HAK-PAR’ê bi gistî zêdeyî 50.000 deng wergirt û li gor hilbijartina sala 2009′an dengên xwe duqat kirine, lê li hêla din hat tespît kirin ku gelek dengên HAK-PAR’ê jî li ser sandoqan hatine dizîn û sextekarî hatine kirin.

Wek nîmûne serokê giştî ê HAK-PAR’ê, Birêz Kemal Burkay di daxûyanîya di derheqê hilbijartinê de dinivîsê ku wî bi xwe dengê xwe li Mamak’ê li dibîstana navîn a bi navê ” 29 Ekim Ortaokulu” bi kar anîye û dengê xwe jî avêtîye  sandoqa bi nûmereya  “1089”‘an, lê piştî hilbijartinê derketîye holê ku li wir yek deng jî ji bo HAK-PAR’ê derneketîye.

Li Beyazîdê jî namzetê HAK-PAR’ê ê ji bo meclisa şaredarîya bajêr pêşî 461 deng wergirtine, piştre jî çawa dibê 282 dengên wî têne dizîn û tenê 179 deng mayine. Ango bi vî rengî li gelek cihan gelek dizî û sextekarî hatin kirin ta ku HAK-PAR bi ser nekevê.

Li hêla din jî ji bo ku zêde kes dengê HAK-PAR’ê nebihîzê û sîyaseta wan û projeyên wan ên di derheqê şaredarîyan de fêr nebin, yekemîn medya dewletê weke ampargoyekê xiste ser HAK-PAR’ê û yek carê jî bi HAK-PAR’ê re hevpeyvînek çênekir.

Wek ku ev ne bes bû, bi ser da jî êrîş û antîpropaxandeyan dest pê kir. Çendîn caran alîgirên Partîya Aşîtî û Demokrasîyê, BDP’ê li Kurdistanê û li Konya’yê êrîş birin ser hevalên HAK-PAR’ê û kar û xebata wan a ji bo hilbijartinê asteng kirin. An afîşê wan diqetandin, an erebeyên wan didan ber beran, an camê erebeyan şikênandin an jî rasterast êrîş dibirin ser wan.

Li bajarên Tirkîyê faşîstan êrîş dibirin ser hevpartîya BDP’ê HDP’ê û nedihiştin têkevin bajaran û xebata hilbijartinê bikin, BDP’ê jî li Kurdistanê her ew metod bikar dianî û kar û xebata partîyên kurdan ên dervî xwe asteng dikir û bi vir û derewan di nav xelkê de belav dikirin ku HAK-PAR’ê xwe ji hilbijartinan  paşda kişandîye.

HAK-PAR’ê ev antîpropaxandeya wan bi daxûyanîyekê derew derxist.

Li gel ku çend caran jî HAK-PAR’ê û derdorên din ên welatparêz ev êrîş şermezar kirin û ji BDP’ê xwestin ku dengê xwe li alîgirên xwe bikin û xwe dûrî van metodan bikin jî, lê qet deng ji BDP’ê derneket û wek ku tiştek neqewimî bê her wek xwe kir.

HAK-PAR ji bo çareserîya pirsa kurdî daxwaza wekhevîyê û sîstemeka federatîlî wek a li Basûrê Kurdistanê dikê. HAK-PAR yekem partîye li Kurdistan û li Tirkîyê ku di bernameya wê de daxwaza federesyonê heye.

Serokê HAK-PAR’ê Kemal Burkay e. Kemal Burkay kevneserokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bû. Piştî jîyaneke nêzîkî 32 salan wek pênaber li welatê Swêdê, Kemal Burkay di 30.07.2011′an de – pişî ku cezayên li ser wî neman – vegerîyabû welêt. Li welêt jî wî her karê sîyasî berdewam kir û bûbû endamê HAK-PAR’ê. Di kongreya HAK-PAR’ê de jî, ku di 04.11.2012′an de pêk hat, Kemal Burkay wek serokê partîyê hat hilbijartin.

Kemal Burkay ji bilî sîyasetê herweha nivîskar û helbestvanekî bi nav û denge jî. Heta niha zêdeyî 60 berhemên wî ên sîyasî û edebî hatine weşandin.