Newroza we pîroz bê – Glædelig Newroz til jer alle

215304_1039259352524_1556748993_1717149_8477_n.jpg-for-web-normal

Bi minasebeta hatina cejna netewî a gelê kurd, cejna Newrozê, em bi dil germî rêz û silavên xwe ji we û hemû gelê kurd re disînin û Newroza we teva ji dil û can pîroz dikin. Em hêvîdarin ku em hemû di wextekî gelekî nêzîk de Newroza xwe di nav azadî û aramîyê de, li Kurdistanek Azad de pîroz bikin. Newroz sembola berxwedana gelê me ye, sembola azadî û tekoşîna gelê kurd li himberî zilm û tahdeye dijmina ye. Heta niha bi hezarên salan gelê kurd cejna xwe pîroz kirîye û ji niha û pê de jî wê her pîroz bikê. Bila dijmin dersê ji dîrokê bigrê. Wan tucaran nedikarî rê li ber kurdan bigrin û wê ji niha û pê de jî qet nikaribin. Newroz bûye perceyek ji jîyana Kurdan, bê Newroz jîyan nabê. Em dubare Newroza we teva pîroz dikin. Her bijî Newroz, her bijî Kurd û Kurdistan.

——–

I anledning af kurdernes nationaldag, det kurdiske nytår, Newroz, ønsker vi hermed alle kurdere og alle dem, der fejrer det, en rigtig glædelig Newroz og håber, at I alle vil tilbringe en dejlig Newroz sammen. Med håbet om, at vi alle en dag vil fejre Newroz i et frit Kurdistan. Kurderne har nu fejret Newroz i 2624 år. Newroz er blevet et symbol på kurdernes kamp for frihed.