Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa hate damezirandin

 

DSC00527.JPG-for-web-normalBi salaye ku kurdên li Danîmarqa di nav hewildanan de bûn û dixwestin ku komelên kurdan li vî welatî li hev bicivînin û di bin sîwana rêxistineke berfireh û neteweyî de ku bêtir karibê dengên kurdan bigihînê raya giştî a Danîmarqa kar û xebat dikirin. Ev daxwaza ha di her civîn û rûniştinên kurdan de derdiket pêş ku li welatê Danîmarqa jî wek li welatê Swêdê federesyoneke ji komelên kurdan bê damezirandin. Kar û xebata ji bo armanca damezirandina rêxistineke bi vî şêweyî yekemîn car di civîna roja 10.02.2008’an de dest pê kiribû. Ji wê demê heta niha çendîn civîn hatin kirin, ji bo pêwendîyên li gel komelan û pêkanîna destûreke ku hemi alî karibin li ser hemfikir bin xebat hatin kirin û di dawîya dawî de ji bo wê roja dîrokî û bi wate roja komcivîna damezirandina federesyonê hate eşkere kirin. 

Di roja 17.01.2010’an de li bajarê Greve nêzîkî bajarê Kopenhagê komcivîna damezirandina Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa (FKKD) hate li dar xistin. Di komcivînê de nûnerên 14 komelan beşdar bûn. Her komeleyekê mafê xwe hebû 2 nûnerên xwe bişînin komcivînê. Her weha nûnerên hin partî û rêxistinên kurdan jî ên wek KDP, YNK, KDP-Îran û Hizbê Şohî Kurdistan wek mêvan beşdarî kirin. 

Komcivîn ji alîyê Kek Mêhdî (Mahdy), berpirsê komisyona ku bi kar û barê damezirandina federesyonê ve rabûbû hate vekirin. Piştî bi xêrhatina mêvanan ji beşdaran daxwaz hate kirin ku yek deqe ji bo bîranîna şehîdên Kurd û Kurdistanê rêzgirtin bê nîşandan. Piştî rêzgirtinê dest bi bernameya komcivînê hate kirin. Kek Mêhdî li ser navê komisyonê agahdarî di derbarê kar û xebata ku hatibî kirin da mêvanan, spasîyên xwe pêşkêş kirin û daxwaza serkeftinê ji komcivînê re xwest. Piştî vê yekê hêdî karê komisyonê bi dawî bû ji bo dîwanê sê kesên mêvan ji PDK, YNK û Hizbê Şohî Kurdistan hatin destnîşan kirin. 

Komelên ku beşdar bûn ev bûn: 

  1. Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK
  2. Komela Kultûrî a Danîmarqî û Kurdî li Albertslund.
  3. Komela Kurdî li Helsingør.
  4. Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmarqa.
  5. Însîyatîfa Kurd li Danîmarqa, ÎKD.
  6. Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê.
  7. Komela Kurdî li Kopenhagê
  8. Komela Jinên Kurd li Albertslund.
  9. Komela Dostanîya Kurd û Danîmarqî.
  10. Komela Kultûrî a Kurdî li Albertslund.
  11. Komela Xwendevanên Kurdistanê li DK.
  12. Komela Ciwanên Kurd.
  13. Komela Afretên Kurd.
  14. Navenda Helebçe a li dijî Anfal û Jenosîda Gelê Kurd, CHAK. 

 Piştî dengdanê ji bo Komîta Karger, ku ji 5 endam û 2 cigiran pêk tê, ev kes hatin hilbijartin: 

  1. Rubar Saîd Hussein; Ji Komela Afretên Kurd.
  2. Rawaz Ahmed; Ji Komela Xwendevanên Kurdistanê li DK. 
  1. Mizgin Deniz; Ji Însîyatîfa Kurd li DK.
  2. Fahmî Al Mejîd; Ji Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê.
  3. Mehmet Arserim; Ji Komela Kultûrî a Danîmarqî û Kurdî li Albertslund.

 Cîgir: 

  1. Jamîl Shiwanî;  Ji Komela Dostanîya Kurd û Danîmarqî.
  2. Sabah Farhan; Ji Komela Kultûrî a Kurdî li Albertslund. 

Komîta Karger wê di civîna xwe a yekemîn de serok, cîgirê serok û hwd. di nav xwe de hilbijêrin û karê xwe di nav xwe de par ve bikin. 

Di komcivînê de herweha biryar hate girtin ku Komîta Karger di pêşerojê de pêwendî li gel hemi komelên kurdî li tevaye Danîmarqa deynê û hewl bidê ku wan jî di bin sîwana federesyonê de li hev bicivînê.

 

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

19.01.2010