REJİMA KOLONYALÎST A ÎRANÊ DÊ DI XWÎNA XWE DA BIFETISE …

Dewleta Îranê careke dî bi barbarî û nenasiya heq û bêhiqûqîya xwe ve di rojeva dunyayê da cî girt.

Wê li ser axa Başûrê Kurdistanê bombe barandin ser baragehên partiyên siyasî yên Kurdistana Rojhilat.

Di encama êrişên Îranê da, yên li ser barageha PDK-Î li bajarê Koy, Rêxistina Komele ya li gundê Zirgîwez ya Qelediza Sulêmanîyê û ya PAKê li bajarokê Pîrde ya Hewlêrê, di nav wan da jin û zarok jî neh (9) kes hatine şehîdkirin, 32 kes jî birîndar bûne.

Rejima kevneperst û barbar, ji bo vemirandina serhildana civakî, him li hundir him jî li dervayaî sînorên xwe li Herêma Kurdistanê bi fuzeyan lêdixe.

Ev êrişana bi awayekî eşkere pêpeskirina huqûqa navnetewî ye. Rejima kevneperest-kolonyalîst ya Îranê, ji kirina curmên xwe yên nemirovî dest nakişîne.

Ev rejima xwînxar û çavsor dê zû an dereng di xwîna xwe de bixeniqe.

Wek HAK-PAR em rejima Îranê ya barbar bi tundî protesto dikin.

Em ji şehîdan ra rehmet, ji malbatên wan re sersaxiyê daxwaz dikin.

Em ji bo birîndaran jî hêvî û daxwaz dikin ku zûtir bigihîjin tendurustiya xwe.

Ji PDK-Î, KOMELE û PAKê ra hestên xwe yên piştevaniyê radighînin.

28.09.2022

Düzgün Kaplan
Serokê Partiya Maf û Azadiyan
HAK-PAR ê