Serok Barzanî pêşwazî li şandeke HAK-PARê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok  Mesûd Barzanî pêşwazî li şandekê  Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) kir û di civînê de rewşa siyasî ya Tirkiyê bi giştî û rewşa partî û rêxistinên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê 8ê Çileya 2022ê li Selahedînê, pêşwazî li Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr û şanda li gel kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî di hevdtîinş rewşa siyasî ya Tirkiyê bi gişt, û rewşa partî û rêxistjnên Kurdî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gotûbêjkirin.

Her di wê hevdîtinê de tekezî li ser aştîxwazî û zimanê diyalog û çareseriya medenî û herwiha peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û partiyên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin.

Şanda HAK-PARê ya bi seroktiya Serokê Giştî Letîf Epozdemîr ji Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve Zana Sezen,  Cîgirê Serokê Giştî Paşa Akdogan, Endamê Meclîsa Partiyê Ramazan Tosun, Endamê Meclîsa Partiyê Mahsûn Çelebî û Serokê şaxa Bursa yê HAK-PARê Omer Kuş pêk hatibû.