BI HÊVIYA SALEKE AZAD Û BI COŞ

Gelê me yê qedrbilind, me saleke din li dû xwe hîşt. Par hêzên emperyal û hevkarên wan, ji bo ku li herêmê bibine serdest û pêşeroja herêmê li gorî armancên xwe ava bikin, her rê û rêbaz ceribandin. Ev rêbazên ku bi piranî tundûtûjî û şer li xwe digirtin, rê nedan ku gelên herêmê yên resen ji xwe re jiyan û dahatûyekê ava bikin. Di vê cimûcola tundûtûjiyê de bê guman gelê me jî êşên mezin kişandin û rastî xiyanetê hat.
Bê guman, bûyera herî girîng a du salên dawî, Pandemiya Covîd-19 bû ku weke Vîrûsa Coronayê tê naskirin û bandor li hemû cîhanê kir. Ji sala borî ve, bi derziya li dijî vîrusê beşek ji rîska nexweşiyê ji holê hate rakirin lê metirsî hîn jî bi dawî nebûye. Divê em dev ji tedbîrên li dijî vê şewbê bernedin, maskeyan bidine ber devê xwe, li paqijiya xwe miqate bin û demeke dirêj li hundir bimînin. Îro jî Covid19 bi şêweyên cuda belav dibe û bi bandor e.
Par li welatê me gelek jin hatin kuştin. Ev bûyer ji ber newekheviya zayendî pêk tên, cezayên sivik pêşî li van cînayetan nagire û her roj kuştinên jinan zêde dibin. Ji ber vê yekê, kuştina jinên ku hejmara wan bi sedan e, di nava civakê de bûye birîneke kûr. Peymana Stenbolê ku peymana navneteweyî ya li ser pêşîlêgirtin û nehîştina kuştinên jinan û newekheviya zayendî ye, hate vala derxistin.
Lê Belê Peymana Stenbolê ji aliyê rêxistinên jinan ên li tevahiya cîhanê ve hatiye qebûlkirin û ji aliyê tecrûbeyan ve hatiye îspatkirin ku eger peyman bi rengekî rast bê bi cih anîn, dikare pêşî li ber van bûyeran bigire û bi bandor be. Em wek HAK-PAR her tim van kuştinan şermezar dikin û em bûn aliyekî xebatên rêxistinên jinan ku li ser pîvanên navdewletî bi armanca pêşî lê girtina kuştinên jinan têdikoşin û me ji xwe re wek erk qebûl kir ku em di doza wan a mafdar de li gel wan bin.
Mixabin di sala borî de li Tirkiyê gelek bûyerên nijadperest pêk hatin û gelek ji wan bûn sedema mirin û birîndarbûnan. Armanca van êrîşên nîjadperest bi piranî Kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn bû. Ev êrîşên nîjadperest bi giştî li herêmên wek Marmara, Derya Reş û Anatoliya Navîn rû dan. Li Konyayê kuştina 7 Kurdên ji malbatekê wek komkujiyekê di dîrokê cîhê xwe girt.
Di van salên dawî de ji ber tundûtûjî, şer, bêkarî û terorîzm ji Kurdistanê ber bi bajarên Tirkan ve koçeke girîng rû da. Vê koçberiyê bi xwe re pirsgirêkeke cidî ya nelihevkirinê di derûniya gelê me de pêk anî. Kurd bi berdewamî hatin biçûkkirin, ji kar hatin derxistin, ber bi karên giran ve hatin dehfdan. Mixabin hîn jî li Tirkiyeyê Kurd weke “tehdît” tên qebûlkirin. Partiya me her tim li hemberî van hemû êrîşên nîjadperest-faşîst nerazîbûn nîşan daye û ev êrîşên nîjadperest şermezar kiriye. Em hêvî dikin ku em di sala nû de nebin şahidên bûyerên bi heman rengî.
Piştî rêkeftina di navbera sîstema herêmî ya dijî Kurd û piyonên wê yên kirêkirî de, li ser peymana Şingalê dest bi têkdana statûya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal kirin. Komên provokasyonê yên tundrew ên li herêmê, ji bo statuya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê têk bibin bi a dijminên Kurdan kirin, hîn jî hewl didin serweriya herêmê veguherînin herêma şer. Li Başûrê Kurdistanê xelk ji gundên wan derxistin û dest danîne ser û rê ji dagirkeran re vekirin ku li wan deran bi cîh bibin. Armanc ew e ku serweriya Herêma Kurdistanê teng bibe û statûya federal têk biçe. Ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Mafê Hikûmeta Kurdistanê heye ku deverên xwe yên ku lê serwer e biparêze, hemû tedbîrên pêwîst li ser esasê rewatiyê li hember çalakiyên neqanûnî yên ku gefê li aramî û ewlehiya xelkê wir dixwe, bistîne û li gor yasayên navneteweyî gavan bavêje.
Welatiyên hêja, mixabin îro hin hêzên ku hîn jî xwe weke “Tevgera Kurd” bi nav dikin, bi hêzên dijmin re hevkar in û armanc lawazkirina statûya Herêma Kurdistana dane ber xwe ye. Guman nîn e ku bûyerên bi vî rengî bi kêrî sîstema dijî Kurd tên. Hêzên xerab ên ku ev bûyerên bi vî rengî ji xwe re kirine rêbazeke têkoşînê, êdî li her parçeyên Kurdistanê zerarê bidin maf û destketiyên neteweyî yên Kurdan.
Miletê Kurd ev hemû xerabî û dijmintî heq nekirine.
Weke HAK-PARê me gelek caran li ser van mijaran bangewazî dan. Em careke din dibêjin ku divê rêxistinên neteweyî yên Kurdan, bi hev re têbikoşin da ku îradeyeke neteweyî ava bikin, da ku êrîşên hêzên dijminane yên li ser parastin û pêşxistina maf û destkeftiyên rewa li hemû parçeyên Kurdistanê pûç bikin.
Di vê sala nû de weke HAK-PARê, em bang li hemû Kurdan û dostên Kurdistanê dikin. Nehêlin ku Kurdistan bê dagirkirin. Nebine lîstika dijminan.
Em bang li ciwanên xwe yên welatparêz ên Rojava û Başûr dikin. Niha dem, dema xurtkirina refên neteweyî ye… Berên çekên xwe nedine gelê xwe. Nehêlin ku welatê me bê wêrankirin. Ji bo xerabiya gelê xwe şer nekin. Hêz û enerjiya xwe li ser daxwazên ku dijminan xerc nekin û ji armancên qirêj ên ti kesî sûd wernegirin. Yên ku we ber bi kunên tarî ve dikşînin. Li dijî binpêkirina berjewendiyên neteweyeyî û destketiyên gelê xwe bisekinin, neyên lîstika dijminan. Ji bo ku gelê me statûyeke siyasî bi dest bixe, di vê sala nû de jiyaneke nû ya bi rûmet û azad ava bikin. Pêwîstiya me bi aqilê hevpar, enerjiyeke hevpar û vîna hevpar heye. Divê em destkeftiyên xwe biparêzin, piştgiriyê bidin hewldanên ji bo bidestxistina destkeftiyên nû.
Gelê Kurd ê welatparêz û demokrat; rê nedin çalakiyên ku dixwazin pêşeroja we tarî bikin.
Maf û berjewendiyên rewa yên miletê Kurd. Kavilkirina malên Kurdan ku bi bedeleke mezin bi dest ketine, qebûl nekin. Di kiryarên xirab ên hêzên dijî Kurd û sazî û dezgehên hevkar ên ku xizmeta wan dikin de aliyan negirin an jî nepejirînin.
Bila sala nû bibe destpêka avabûneke nû.
Tirkiye şêwazê xwe yê berê yê siyaseta kevn, bi ferasetên xwe yên avakirî didomîne. Mixabin Tirk siyaseta korane didomîne. Heger ev feraset dewam bike, çareseriya pirsgirêkê wê ji nifşekî din re bimîne û ev yek wê windahiyên giran bide wan.
Weke HAK-PARê me destnîşan kir û diyar kir ku li ser bingeha wekhevî û azadiyê pirsgirêk dikarin bi rêyeke nû ya adîl û demokratîk çareser bibin. Bi vê armancê divê saziyên siyasî yên Kurd û Tirk li ser sîstemeke ku gelê Kurd îqna bike, bi gelê Kurd re bi rêbazên aştiyane û bi diyalogan li ser bingeha demokratîk bigihêje lihevkirinekê.
Eger siyaseta Tirk bi dilxwazî pêşerojeke hevpar û hevkariyek li ser bingeha wekhevî, jinûve avakirin, welatîbûna wekhev qebûl bike, ev yek wê ji bo her du gelan jî bibe rêyeke herî maqûl. Ji bo vê divê em wekheviyeke rasteqîne ya mafan pêk bînin. Mafên bingehîn, azadî, wekhevî û belavkirina çavkaniyên aboriyê di qada jiyanê ya hevpar a her du gelan de wê bibe bingehek. Em ê hêviyên xwe yên ji bo siberojeke hevpar a azad û demokratîk xurttir bikin. Partiya me ji bo jiyaneke wekhev û azad ku gelê me karibe bi awayekî azad mafên xwe yên rewa bi kar bîne têdikoşe. Em jiyaneke bi hev re, yekîtiyeke dilxwaz a li ser bingeha wekhevî û azadiyê diparêzin. Em hêviya ji bo pêşerojê geş dikin, em li ser rêya rast in û em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin.
Em dizanin ku ti tarîtî heta hetayê dewam nake. Haya me ji vê heye. Me têkoşîna xwe bi sebir û bawerî dewam kir. Me wek partî, tu caran hêviya xwe wenda nekir. Ji bo ku demên xweş werin em hîn jî hêviya xwe didomînin.
Sersal ji bo hemû mirovahiyê aramî û bextewariyê bîne.
Sersal bibe destpêka jiyaneke bê şer, bê kedxwarî, azad û demokratîk.
Sersal Pîroz Be.
31.12.2021Latif EPÖZDEMİR
Serokê Partiya Maf û Azadiyan