Birayê hêja Cemîl
Di gel rêz û silavên birayane, hêvîdarim ku her tim dilşad û bextewer bî.
Bi sedema wêrekî û cesareta te a bi hestên millî xemilandî; ez te bi dil û can pîroz dikim.
Te bi nîşandarîyeke giring di pêvajoya tevgera rewa a miletê Kurd de rojeva Sîyaseta û feraseta Turkan baldarê Kurdistanê kir, tu her bijî.
Bira , pir mixabin ku îro, pergala sîyaset û rayedariya Tûrk li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatîye ava kirin.
Hal ku wîhayê:
1-Mistefa Kemal di 21 gotarên xweyên fermî de navê Kutdistanê dubare kirîye,
2-Şemseddîn Samî di kîtêba xwe a bi navê “Kamusul Alem” de behsa Kurdistanê dike û sînorê Kutdistanê dide nîşandan,
3-Ferhengzanê Tûrk Kaşgarli Mehmud behsa Kurdistanê dike û wek axa Kurdistanê dibêje“ Erdul Ekrad” Kurdistan e.,
4-Kanunî Siltan Sulêman ,ji erda me re gotîye Kurdistan,
5- Evlîya Çelebî jî ,ji erdê me re gotîye : evder Kutdistan e,
6- Gelek rayedarên cîhanê û bi hezaran dîrokzanên cîhanî ji erda me re gotine navê vî erdî, Kutdistan e,
7-Heta dewletên dagirkerên wekî Îran û Îraq jî , ji vê axa pîroz re , îro êdî dibêjin Kurdistan,
Hemu zana û aqilmendên cihanê vê axa pîroz weke erdê afirênerê mirovantîyê nas kirine ku gotine: “medenîyet û jiyana şarezahîyê li Kurdistanê , yanî li ser erda Kurda dest pêkirîye.”
Lewraye ku:
Lê;
1- Tenê Kurd navê welatê xwe dema ku anîne zimên; tedahî û zordarîyê dîtine,
2-Mezinê Turkan jî , ji vê axê re gotine Kurdistan, lê sîyaseta bêesil a Pergala sîyasî a Turk navê Kurdistanê qedexe kirî ye.
Ku beramber bi van rastîyan:
-Ev feraseta Turkan a “ tekane” û “Turkane” hebûna Kurd û Kurdistanê ji bo xwe wek wek xeter yanî “ Tehdît” qebûl dike û jê vê rastîyê ditirse.
-Bi vê sedemê eşkereye ku pirsa Kutdayeti ne tenê pirsek miletîye; ew di heman hal de pirsa erd û aqarê “ Kurdistanê” ye jî.
Yanî pirsa Kurdan pirsa welateke qedexekirî û dagirkirî ye.
Pirsa Kurdan pirsa azadî û serxwebûna milet û welateke bindest e ku îro bê riza hatîye dabeş kirin.
Lewraye ku lazime îro hemû Kurd li her warêk ku lê dijîn
Lazime dengê xwe bilind bikin û ji civaka navnetewî re rabigênin ku êdî vê rewşa dabeşkirî a Kutdistanê qebul nakin.
Gelek spasên paye bilind ji te re ku te careke din fehmaya me zînde kir û te rastîya Kurdistanê anî bîra me.
Em minetdar û spasdarê cenabê te ne.
Em piştgir û piştevanê cenabê te û kes û dezgeyên millî yên wekî te ne.
Em rêhevalê hemu helwestkarên doza azadîya Kurd û Kurdistanê ne.
Min xwest cenabê te bizane ku tu tenê nîn î.
Em bi te re ne.Xwedê jî bi te re be.
Xwedê yar û yarîderê Kurd û Kurdistanê bî.
Latif Epözdemir
Serokê Giştîyê Paryîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR