Em nemir Yilmaz Demir bi rêz û hurmet bibîr tînin

12573215_1101110943232751_5569194767464431811_n

 

 

Berîya 32 salan, di roja 19.01.1984’an de endamê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK/Rîya Azadî) Yilmaz Demir di zîndana Amedê de zext û zora dewleta faşîst a Tirk a li ser girtîyan protesto kir û canê xwe feda kir.

Em di vê roja şehîdbûna nemir Yilmaz Demir de wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bibîr tînin û bejna xwe li ber yad û tekoşîna wan ditewînin.

Hêjayî gotinêye ku Yilmaz Demir kurdekî ji Anatolîya Navîn, ji Yeniceoba (Incovê) bû û birayê nemir Serokê Giştî ê HAK-PAR’ê Fehmi Demir bû.

Fehmi Demir jî di roja 25.10.2015’an de, di dema ku wê beşdarî civîneke partîya xwe a ji bo hilbijartina parlamentoyê li Tirkîyê bibûye, di bûyereke trafikê de şehîd ket.

Em di vê rojê de herdu birayên tekoşer nemir Yilmaz Demir û Fehmi Demir bi rêz û hurmet bibîr tînin.

Her du şehîdên doza gel û welatê xwe, şehîdên rêya azadîyê wê her tim di dilê me û tevaye gelê kurd de bijîn.