KOMKAR: Em kesên ku Tahir Elçi qetl kirine bi nefret şermezar dikin

komkar_almanya
29 Mijdar 15; 19:45

Ev demeke ku li qeza Surê a Amedê di navbera PKK’ê û polîs û hêzên dewletê de şer û bihevçûn berdewam dikin. Di pêvajoya van bihevçûnan de Minareya Çar Ling jî, ku li dinyayê mînakên weke wê nînin û weke mîrasê dinyayê hatîye qebul kirin, kete ber guleyan û ji lingên xwe ve xisarên mezin dîtine.

Li ser vê yekê Serokê Baroya Amedê Birêz Tahir Elçi li gel grûbek parêzer di roja 28.10.2015’an de, ji bo ku êrîşa li dijî minareya ku wek mîras tê nas kirin protesto bikê, li ber Minareya Çar Ling civînek çapemenîyê pêk anî.

Di dema civîna çapemenîyê de di navbera polîs û kesekî bi çek de şer derdikevê. Di vê tevlîhevîyê de gule li patika parêzer Birêz Tahir Elçî dikevê û tê qetl kirin.

Guleya ku li Birêz Tahir Elçî ketiyê, ji ku hatîye, ji çeka kê ve derketîye, heta vê gavê kes nizanê. Lê tiştê eşkereye û tê dîtin ewe, kesên ku dixwazin şer rawestê, pirsa kurdî bi rêya dîyalogê û bi rêya aşîtî û metodên sîyasî bê çareser kirin û di nav civaka kurdî de derdikevin pêş, careke din ji alîyê kesên li dijî aşîtîyê ve dibin hedef û têne qetl kirine.

Em wek KOMKAR qetlkirina Serokê Baroya Amedê Birêz Tahir Elçî bi nefret şermezar dikin. Em bangî PKK’ê dikin ku dawîyê li vê rewşa şer û bihevçûnan bînê û herweha bangî dewletê jî dikin ku dawîyê li operasyonên xwe bînê û qedexeya li ser bajarên kurdan û derketina kolanan rakê.

Em wek Yekîtîya Komelên Kurdistan KOMKAR-Almanya bi qetlkirina Birêz Tahir Elçî gelekî xemgîn bûn. Bila Rahma Xwedê lê bê û cihê wî buheşt bê. Ji malabata wî û nas û dostên wî re jî sersaxîyê pêşkêş dikin.

Bila serê gelê kurd sax bê.

Yekîtîya Komelên Kurdistan KOMKAR-Almanya