KOMKAR: Pirsa Kurdî bi çek nayê çareser kirin û tu kes jî ji vî şerî qezenc nake

komkar_almanya

Komela Yekîtîya Kurdistanê – KOMKAR, di dema 19. Îlona 2015’an de li paytexta Almanya Federal, li Berlînê, bi beşdarîya endamên Rêveberîya Giştî, Rêveberîya Fexrî û Rêveberîya Çavdêrîyê civîneke berfireh lidarxist. Di civînê de, çalakîyên ku di navbera her du civînên giştî de pêk hatîbûn, hatin şîrove kirin, di derbarê çalakîyên di dema pêş de bernameyek hat destnîşan kirin û biryar hat girtin ku ev daxûyanîya li jêr bi raya giştî re bê parve kirin.

KOMKAR xemgînî û metirsîyeke mezin di derbarê van çalakîyên şer ên ku ev nêzîkî du mehane di navbera Dewleta Tirkîyê û PKK’ê de rû dane tînê ziman. KOMKAR di wê bahwerîyê de ye ku wê tu alî qezencê ji vî şerî û vê tevlîhevîyê bidest neêxê.

KOMKAR wan êrîşên faşîst û nijadperestên Tirk ên hovane ên ku piştî anîna cenazeyên  esker û polîsan di encama şerê li Bakurê Kurdistanê de anîn bajarên Tirkîyê, ku li ber çavên hêzên dewletê li dijî kurdan dan dest pê kirin, mal û milkên kurdan wêran kirin, mahkum û şermezar dikê û bangî hikûmeta AKP’ê dikê ku li can û malê xelkê xwedî derkevê û erkê xwe bi cî bînê.

Li Tirkîyê û li Kurdistanê her ku diçê tevlîhevî mezin dibê, şer û bihevçûn û êrîşên nijadperestan berfireh dibin. KOMKAR di wê bahwerîyê de ye ku sedemên sereke ên vê tevlîhevîyê pêvajoya hilbijartina 7. Hazîranê û pêvajoya piştî wê, daxûyanîyên Serokkomarê Tirkîyê Erdoğan ên di derbarê kurdan de, rawestandina ”pêvajoya çareserîyê” ji alîyê hikûmeta AKP’ê ve û çalakîyên PKK’ê ên di derbarê girtina rêyan, şewitandina erebeyan, revandina mirovan û îlankirina ”Çareserîya Demokratîk” bi xwe ne.

Pirsa Kurdî bi çek nayê çareser kirin û tu kes jî ji vî şerî qezenc nakê. Ji ber wê yekê jî KOMKAR bangî rayedarên Dewleta Tirkîyê û PKK’ê dikê ku vî şerî rawestînin. Divê PKK agirbestê îlan bikê û Dewleta Tirkîyê jî dawî li êrîşên xwe bînê.

KOMKAR bangî hikûmeta AKP’ê dikê ku ji bo ku Pirsa Kurdî bi şêweyekî demokratîk û aşîtîyane bi hêsankarî bê çareser kirin, pêngavan bavêjê. Herweha jî bangî PKK’ê dikê ku dev ji wî fikrê berxwedana çekdarî a ku ji feydeyê bêtir zirarê didê doza kurdî berdê.

Rêveberîya Giştî a KOMKAR’ê dubare piştgirîya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyên qahreman di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de destnîşan dikê û cihê xwe li cem wan digirê. KOMKAR wê ji niha û pê de jî bi hemû hêza xwe piştgirîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikê.

KOMKAR xemgînîya xwe di derbarê ”krîza serokatîyê” li Başûrê Kurdistanê tînê ziman û daxwazê ji Hêzên Sîyasî ên li Başûrê Kurdistanê dikê ku bi hestîyarî û bi yekhelwestî nêzîkî hevdu bibin û di zûtirîn wext de vê krîza ku bûye tehdîdek li ser destkeftîyên netewî çareser bikin.

Li Şûrîyê û li Rojavayê Kurdistanê şer û alozî bi hemû hêza xwe berdewam dikê û wiha xweya dikê ku wê hê demek dirêj jî dewam bikê.

Hêzên Sîyasî ên welatparêz li Rojavayê Kurdistanê heta vê gavê jî di nav xwe de ji ber sîyaseta PYD’ê a tekane û xweferzkirinê mixabin yekîtîyek pêk neanîne. KOMKAR di wê bahwerîyê de ye ku parastina destkeftîyan û bidestxistina mafên demokratîk ên netewî ên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi yekîtîya navbera Hêzên Kurdistanî ve girê daye û bangî PYD’ê dikê ku dev ji sîyaseta xweferzkirinê û zexta li ser hêzên din ên li dervî xwe berdê.

Zextên nemirovane ên Rejima Îranê li ser gelê me li Rojhilatê Kurdistanê her berdewamin. Ji dema bûyerên li Mahabadê rû dayîn û heta vê gavê, Rejima Îslamî a Îranê zor daye zext û sîyaseta xwe a bêdengkirin û tunekirinê li ser gelê me li Rojhilatê Kurdistanê. Lisêdaredana mirovan êdî bûye karekî rojane li vî welatî. KOMKAR piştgirîya ji nû ve destpêkirina şerê çekdarî a Hêzên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Rejima destpot a Îranê dikê û bangî hêzên vî perçê Kurdistanê dikê ku xwe bêtir nêzîkî hevdu bikin û hevkarîya di nava xwe de jî hê bêtir zexm bikin.

Ji ber ku li Tirkiyê, paş hilbijartina 7ê Xezîranê hukumeteka nu ne hatiye damezrandin, biryar hat dayîn, ku di 1ê Mijdarê da hilbijartina pêşwext were çêkirin û hikumetekê katî hat damezrandin. HAK-PAR, ku bernama xwe da ci daye daxwaza federasyonê û bi vê diruşmê beşdarê hilbijartinê dibe.

KOMKAR, di hilbijartinê da piştgiriya HAK-PARê dike û ji Kurdên dîyaspora daxwaz dike, ku alikariya HAK-PARê bikin û dengê xwe bidine partiya hanê.

Wek ku tê zanîn rewşa bi milyonan kesên penaber ên ku ji ber sedemên şer mecbur mane terka welatê xwe bikin her ku diçê xerabtir dibê û wek ku tê dîtin ber bi trajedîyekê ve diçê. Em her roj dibin şahidê wê yekê ku di rêyan de, di bahran (derya) de bi sedan qurbanîyên şer, penaber jîyana xwe ji dest didin.

Rêveberîya Giştî a KOMKAR’ê, di serî de Neteweyên Yekgirtî (NY) jî di nav de, bangî hemû dezgeh û rêxistinên navnetewî dikê ku jîyana penaberan garantî bikin û ji bo çareserîya vê rewşa ku penaber pê re rû bi rû mayina bi şêweyekî lezgîn alîkarî bikin û li penaberan xwedî derkevin.

RÊVEBERÎYA GIŞTÎ A KOMKARÊ

20. Îlon 2015