Ji HAK-PARê daxuyaniya li ser encama hilbijartina 7ê Hezîranê

hakpar_basin_kamuoyuk10ê Hezîran a 2015

Navenda Nûçeyan
Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê ji Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê daxuyaniyek li ser encama hilbijartinê hat dayîn û têde diyar kirin ku HAKPAR’ê, helwesta xwe bixwe idarekirina gelê Kurd gav bi gav bişopînin û ewê ji vê armancê venagerin.

Daxuyaniya HAK-PARê weha ye;

Ji 100 partîyên ku li Turkîyê henin; 20’ê wan karîn beşdarê hilbijartinan bibin.

 

Ev 20 parti hemû jî xwe wek partîyên Turk,  Turkvan, Turkîyeyî yan ji Turkiyevan bilêv kirin. Ji van partîyan tenê HAK-PAR wek partîyek Kurdistanî derkete pêşberê hilbijêneran.

 

Ev partîyên Turk-Turkvan li cîyê xwe,  hetanî îro partîyên ku ji Kurdan pêkhatine jî, bi şîweyek eşkere û servekirî ne gotine ku em partiyek “Kurdistanî” ne û bi vî rengî daxilê hilbijartinan nebûne.

 

Bi aweyek eşkere û servekiri wek Partîyek Kurdistanî daxilbûna hilbijartinan cara yekem bi HAK-PAR’ê pêkhat,  ev tiştek dîrokîye û gelek giringe.

 

HAK-PAR li gor guncan û imkanên xwe û her wiha li gor pergal û sistema yasayî a hilbijartinên Turkîyê, bi zanîyarî, hê ji destpêkê ve baş dizanîya, bey ku xwe bike pêro û dûvikên partîyeke Turkvan û her wiha di van şert û mercên tund û dijwarê heyî de; heta nebe perçeyek ji amanca wan û bikeve parlementoyê;  wê ewê nekaribe nûnerên xwe bişîne parlementoya Turkîyê. Lewra di van şertan de,  yan wê li mala xwe rûnişta û bibûya temaşevanê wan dek û dolab û davîkên ku li ser qedera milletê Kurd hatine danîn; yan jî wê li gor imkan û karîna xwe bi bernameyek Kurd û Kurdistanî beşdarê hilbijartinan bibûya. Ji van herduk rêyan HAKPAR,  wek platformek Kurd li himber hemû astengan bi mêrxasi rawestîya û  beşdarê hilbijartinan bû. HAKPAR rêya rast bijart û kete hilbijartinan.

 

HAKPAR hewil da û hemû imkan û karîna xwe seferber kir û hazirbû ku van destkevtî û guncanên xwe bi welathizên Kurd re parve bike û bi wan re helmeta hilbijartinan bersing bike. Lê heyf û mixabin ku,  di gel ewqas pêşniyar û helwest û daxwazên Kurdistanî, ne karî di nav hêzên Kurdistanî de yekîti û hevkarîyek pêk bîne. Lewra hin hêz û partî û rêxistinên Kurd, piştevanîya hêzdaran kirin û  bi berbayê “Turkîbûyînê” ketin û xwe ji rêya rast cuda kirin, ne karîn xwe ji şaşîyan xelas bikin.

 

HAK-PAR di hilbijartinên 7’ê Hezirana 2015’yan de,  li 77 navçeyê hilbijartinan, kete hilbijartinan. HAK-PAR vî qonaxî, bi gotin û bilindkirina mafên netewî û demokratîkên gelê Kurdistanê û bi teherek azadîxwaz, li gel ewqas bê imkanî û şert û zirûfên lawaz û qelsên heyî, disan jî,  gelê Kurdistanê di vê hilbijartinê de bênavnîşan û rê û olaxêk azadîxwaz nehişt. Rêya rast û qenc nîşanî miletê Kurd kir.

 

Lewraye ku HAK-PAR enîya xwe sipîye û serbilinde.

 

HAK-PAR di vê helmet û xebata hilbijartinê de,  li hemû deveran anî ziman ku, pirsgireka Kurd,  pirsgirekek netewîye û çareserîya vê pirsê jî ebed wê li ser vê esasê pêk were. Ev pirsgirêk tenê bi heq û berjewendîya xwe bixwe idare kirina gelê Kurdistanê dikare encam bide. HAK-PAR di xabata xwe de her tim vê ray û ramanê anî ziman.

 

HAK-PAR di hemû belavok û afîş û amûrên helbijartînê de bi baldarî zimanê Kurdî pêk anî.  Vê yekê wek wezîfeyek netewî giring girt.

 

Cara yekem bû ku Partîyek li ser ekranên televîzyona TRT’yê di axaftinên fermî yên hilbijartinan de,  10 deqîqe bi zimanê Kurdî bernameya xwe a hilbijartînê bilêv kir.

 

HAK-PAR bi vê cehda xwe, karî ku wek partîyek Kurdistanî bala gelê Kurd bikşîne.

 

Her çar partîyên endamê parlemenbtoyê hemû qad û warên hilbijartinê xistibûn bin bandura xwe û bi aweyek nedîtî  dijraberîyê dikirin. Wisan ku ew partîyên demeke direj li Turkîyê li ser kar bûn,  ewan jî di hilbijartinê de kêm kişandin. HAK-PAR,  disan jî,  karî dengê xwe biparêze û heta bi qasî çara yek,  debgê xwe zêdetir jî bike. Ev yek jî serketineke başe ji bo partîya me.

 

Bêguman,  dengên ku HAK-PAR sitendîyê dengek biçûke. Lê, li hemû navçeyên ku HAK-PAR namzetên xwe destnîşan kiribû de,  bala hilbijêneran bi ser HAK-PAR’Ê ve kişiyaye. Ev yek jibona dehatûyê,  gelek giringe û umudvar e.

 

Ew partîyên ku di parlementoyê dene,  ji gencîneya dewletê 315. 7 milyon dirav wergirtibûn ji bona xercê hilbijartînê. Her wiha hemû imkan û guncanên dewletê û yên beledîyeyan di bin destê wan de bûn. Serda jî ji hemû imkanên çapemenî û rageyandinê bi xurtî xwedîpar bûn. Di halek wiha de ne qabile ku mirov bibêje ev reqabetek dadwer û wek hev bû. HAK-PAR bi bêimkanî û nedarîya xwe ve,  tenê bi hestîyarî û dilsozîya endam û terefdarên xwe yên canpola vê helbijartinê bi dawî kir. Li ser HAK-PAR’ê ambargoya medyayê hebû. HAK-PAR bi zanîyarî hate serpoş kirin û nenas kirin.  Di van şertan de jî, HAK-PAR disan karî dengên xwe zêde bike.  Ev yek giringe û pir balkêş e.

 

Hilbijênerên Kurd dane zanîn ku,  eger HAK-PAR bi kampanya û helmetek baştir û berçehvtir bikaribe têbikoşe, wê, piştgirîya gel bitsîne.  Ev ji bo HAK-PAR’ê peyameke jibo destxistina kredîya gel.

 

Beramber bereya Kurdî a ku bi yekcarî serobino hatekirin, wergirtina 58.756 dengên HAK-PAR’ê, hemû dengên bi hest û hestîyarin ku lewra HAK-PAR di xebata hilbijartinê de bi hemû hêza xwe ve heq û maf û berjewendîyên gelê Kurdistanê anîbû ziman.

 

Bêşik,  wê HAK-PAR xwe ji îro û pêda,  têkûstir bike,  bêtir bihez bike û wê di rêya xwe a rast de,  meşa xwe  bi biryar, bi domîne.

 

Bi vê minasebetê em sipasdar û minetdarê hemû namzet û terefgir û dilxwazên kes û endam û dilsoz û dostên HAKPAR’ê ne ku bi dil û can di vê xebata bi nirx de li kêleka me cehd û xebatek bijare li dar xistin.

 

Dîyare encama vê hilbijartinê dimena parlementoyê neguherandîye. Disa wekî berê çar partî ketin parlementoyê. Bend û beraja ku destûra 12’yê Îlonê  sala 1980’yan danibû,  vê carê jî,  ji bo partîya desthilatdar bû bendav asteng û nehişt ku ew vê carê ji,  bi tena serê xwe , werin ser kar.

 

Hilbijêneran  vê carê,  AK PARTİ û CHP’’yê sucdar kir û sezayek da wan û dengê wan kêmtir kir.

 

Sermestê desthilatdarîyê  AKPARTİ,  ji reforman dûr ket. Bi hêzên ergenekonê û bi hêzên militarist re pireyên nû ava kir,  û ber bi diktatoriyek ve dest bi meşandinek kir. Di pirsgireka Kurd de,  gavên brewpaş avêt, dev ji qewl û bextan berda. Xwest ku ji bngehê MHP’yê dengan werbigre. lewra dest avête şor û gef û gurên nijatperest û şovenist, lewra piştevanîya hêzên azadixwaz û pêşveru  û gelê azadixwazê Kurd,  wenda kir. AK PARTİ şûna ku helwestên azadixwazên gelê Kurd li ber çehv bigre, pişta xwe guhaste Kurdan.  Ew  bazarkirinên wan yên bi  Qendil û İmralî û  HDP’ê re puç derketin û ketin bereleyhê wan.

 

Dengên ku AK PARTİ windakirin ji seda  9 zêdetirin. Ew dengên ku berê ji dindarên Kurd wergirtibûn, bi paşve vegeriyan.  Elewiyên Kurd yên ku dengê xwe berê didan CHP’ê,  berê xwe dane HDP’ê. Lewra HDP ji sedan 13 deng wergirt û bi ser bendavê ket.

 

AK PARTİ,  li himber bûyerên trajedik ên KOBANÎYÊ hestiyariya Kurdan li ber çehv ne girt. Li Kurdistanê namzetên denghêner nebijart. Piştre ji bombebarana mitinga HDP a Amedê bû hoy û sedemê ku helbijênerên dindarên Kurd berê xwe bidin HDP’ê û piştgiriyê li HDP bikin.

 

Her wiha, hilbijênerên Elewi yên Kurd ku dengê xwe didan CHP’ê,  ew  raya ku hatibû belavkirin a ku “tenê serketina HDPê dikare AKPARTİ ji iktidarê dûr bixe” tesirek mezin kir. Di heman halde arikariya Fethullahçi û medyaya aligir ji tesirek giring dani ser biserketina barajê. Ev yek di gotina Seleheddin Demirtaş de ji da xuyabû  ku ewi got: “ ew pişttevani û alikariya “emanet” li bam e eyane û emê wan derdoran şermezar nekin û emê baldarê wan dengên emanet bin. ”

 

HDP bi 80 parlementeran ve daxilê parlementoyê bû.

 

Hilbijênerên Kurd yên ku bedelên giran dabûn,  vê yekê li du xwe hiştin, u disan jî,  ji HDP’ê re gotin “Partİya me”,  bi dengê xwe piştgirîya HDP’ê kirin. Her wiha gelek rayedar û siyatsetmedarê  Kurd û Kurdvin, gotin ku:” nebi nebi ha divê hun bi ser bendê bikevin” û dua kirin û ketin du HDP’ê. Lewra bend û baraj  serkût bû. Serokê Giştîyê HDP’ê Seleheddin Demirtaş, paş serketina bendê got ku:” HDP partîyek rasteqin a Turkiyê ye,  HDP Turkiyeye û Turkiye HDP ye”.  Bi vê yekê jî , rê û zemina HDP careke din bibîr xist û da zanîn ku pişti hilbijartin û serketina berajê jî,  HDP ne guheriye û qerardare ku ewê bibe Turkiyeyî.

 

Bêguman serveketina vê baraja nedemokratik û daxilbûna parlementoyê a HDP rudanek giringe. Temsilbûna HDP a di parlementoyê de,  hingavek başe.

 

Lê,  lazime ku mirov li ser rêbaza HDP a ku gelek Kemalistên çep yên Turk bi saya serê gelê Kurd vekişandiye parlementoyê û wan kiriye nuner û temsilkarê gelê Kurd û vê yekê wek çalakiyek bi nirx berçehv dike, mirov dixe fikaran.

 

Di encama hilbijartinê de ku MHP ji sedan 16 deng wergirt û  xurtir bû,  her wiha HDP bi saya dengên “emanet kiri” bi ser berajê ket,  mêzena siyasetê guherî.

 

AK PARTİ li dawiyê  tenê karî ji sedan 41 deng werbigre û bibe xwedi 258 parlementer di parlementoyê de.

 

Hilbijêner, wê imkana  bi serê xwe desthilatdarî a ku dabû AKPARTİ, bi paşve kişand û rê neda ku bi serê xwe bibe desthilatdar.

 

Dabeşbûna heyi a dengan û dimena nu a parlementoyê,  qeyranek nu aniye holê. Xuyaye ku wê hikumetek koalisyoner were damezrandin.  Ev yek jî, pirsên nu wê bine rojeva Turkiyê.

 

Her çend li asoyê welêt koalisyonek xuya bike ji,  ev yek dirêj temen nine.

 

Turkiye ji nihave ketiye ser rêya hilbijartinek zûyî a nu.

 

Bihêlin bila ew partiyên Turk û Turkperest bikevin nav xema vê rewşê û bihevre berberiyê bikin.

 

Em weki HAKPAR’ê,  emê helwesta” xwe bixwe idarekirina gelê Kurd” gav bi gav bişopînin û emê ji vê armancê venegerin.
09. 06. 2015

Partiya Maf û Azadiyan
HAK/PAR

 

http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=51461&LinkID=137