KOMKAR: Avakirina dewleta serbixwe mafê Kurdan e

31 Gulan 15; 13:25Komita Kargêr a KOMKAR Elmanya, paş civina xwe asayî, daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir û têda piştgiriya xwa li hewlên Serokê Herêma Kurdistan ji bo dewleta Kurdi nişan da û êrîşa gerillayên PKK ser Pêşmergeyên HDKÎ mehkum kir. Di daxuyaniya KOMKAR Elmanya da usa hatiye gotin:

Daxuyani

Komîta Kargêr a KOMKAR-Elmanya, di 30ê meha Gulana sala 2015an da li bajarê Bremenê civîna xwe ya periyodîk pêkanî.

Komita Kargêr, di civîna xwe da li ser gelek babetan sekinî, guftûgo li ser kar û xebatên ku hatine çêkirin, kir û bernameya kar û xebata pêşerojê pejirand.

Komîta Kargêr a KOMKARê, di civîna xwe da biryar da ku belavoka jêrîn pêşkeşî bir û raya giştî bike.

Di serê meha Gulana sala 2015an da Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesud Barzanî serdana Emerîka kir û li gel Serokê Emerîka Rêzdar Barack Obama civiya û li ser şerê DAİŞ, kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê û serxwebûna Kurdistanê guftûgo kir.

Mafê Kurdan jî heye, ku wekî her neteweyek dewleta xwe ya serbixwe ava bike û gelê Kurd li seranserê Kurdistanê bi salan e ji bona armanca hanê kar û xebatê dike û bi hazaran qurbanî daye.

Ev demek e îlan kirina dewleta serbixwe li Kurdistana Başûr di rojeva siyasî ya vê beşê welatê me da ye. KOMKAR kêfxweş e, ku dewleta serbixweyî ya Kurd bûye mijara guftûgoya navbera Hêja Barzanî û Hêja Obama. KOMKAR pişgiriya hewla hanê ya Barzanî dike û ji hêzên siyasî yên Kurdistana Başûr daxwaz dike, ku di vi warî da bi yekdengî palpişta Serokê Herêmê bin.

KOMKAR her usa daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî û rêxistinên demokratik û civakî yên Kurdistanê dike, ku pişgirî li hewlên Serokê Herêma Kurdistanê bikin û her usa li beşên Kurdistanê ku lê kar û xebat dikin, ji bona mafê damezrandina dewleta Kurdî xebatê geş bikin.

Di 24ê Gulanê da, li ser tuxûba Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, komek gêrîlayên PKKê, êrîş kirin ser pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û di emcama vê êrişê da pêşmergeyek şehîd ket, 3 pêşmerge jî birîndar bûn.

Em bi tundî vê êrîşa gêrîlayên PKKê sermezar dikin û bang li rêvebirên PKKê dikin, ku dev ji vê siyaseta şaş û sosret berdin, ji ber ku siyaseta hanê tu caran xizmeta gelê Kurd nake.

Em daxwaz ji hemî partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin, ku pirsgirek û nakokiyên di navbera xwe de bi diyalog û rêka aşîtiyane çareser bikin.

Komîta Kargêr a KOMKARê serxweşiya xwe pêşkeşî malbata Şehîd Qadir Kerîmi û HDKÎ, şagirtên Pêşawa Qazî û Qasimlo û Dr. Said dike.

Birakujî xwekujî ye!

Bimre xwekujî!

Bijî xebata gelê Kurd bo bidestxistina mafê çarenûsî!

Gulan 2015