KOBANÎ hat rizgar kirin

98869Image1

Em rizgarkirina KOBANI ji destên har û hovên DAIS’ê li hemû pesmerge û servanên kurd li Kobanî û li tevaye gelê kurd pîroz dikin. Gava ku kurd bû yek û bi yekdengî û bi yekhelwestî tekosîn da wê dijmin qet nikaribê xwe li ber kurdan bigirê û wê her serkeftinên mezin bidest bêxê. Serkeftin her a kurdaye. Bi hevîya rizgarkirina Shingalê jî.

Pistî êrïsa DAIS’ê a ser herêma Kobanî bi sedan gund ketin bin kontrola DAIS’ê û zêdeyî 200 hezar kurd jî kocberî Bakurê Kurdistanê bûn. Ji roja 15.09.2014’an ve jî bajarê Kobanî li ber xwe dida. Pistî cûyina pêsmerge bi cekên giran ji bo Kobanî û alîkarîya balafirên dewletên hevpeyman li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesud Berzanî, moralê servanên kurd li Kobanî bilid bû û giha asteke bê hempa. Ev cend mehin ku pêsmerge û servanên kurd li Kobanî li gel hev serê DAIS’ê dikirin. Îro jî mizgînîya xwes hat ku vaye Kobanî bi temamî ketîye bin destê kurdan.

Em vê berxwedana kurdan ji dil û can pîroz dikin.

Her bijî Kobani.
Her bijî Kurd û Kurdistan.

 

KOMKAR-DK

26.01.2015