PIŞTGIRÎYA KOÇBERÊN KOBANÊ BIKE – KOBAN PÊWÎSTÎ ALÎKARÎYÊ YE

isid

Wek ku tê zanîn ev demeke ku rêxistina terorîst a bi navê DAIŞ’ê berê xwe daye Kurdistanê û li dijî kurdan êrîşan pêk tînê. Pêşî li Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên xwe ên hovane kir û Kurdên Êzîdî li herêma Şingalê ji xwe re kir armanc û ew di komkujîyan re derbas kir. Ji bilî wê bi hezaran keç û jinên Êzîdî êsîr kirin û heta niha jî kes çarenûsa wan nizanê. Li hêla din bi sedhezaran Êzîdî ji cih û warên xwe koçber bûn û niha di welatê xwe de bûne pênaber. Îro pêşemerge li gel welatên hevpeyman şerê van har û hovan dikin û her roj derbeyên giran li wan dixin û wan ji Kurdistanê dûr dikin.

Di vê navberê de DAIŞ’ê şerê xwe li Rojavayê Kurdistanê gur kir û bi çekên giran dest bi êrîşên li dijî herêma Kobanê kirin. Heta niha gelek gundên kurdan ketine destên wan û ev zêdeyî sê heftîyaye jî ku bajarê Kobanê dorpêç kirine. Ew bi çekên giran êrîşan dikin û hewl didin ku dest deynin ser Kobanê, lê heta vê gavê jî şervanên kurd berxwedana xwe dikin û şer hê jî berdewame.

Di encama van êrîşan de heta niha zêdeyî 180 hezar kurdên herêma Kobanê dev ji cih û warên xwe berdan û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Di destpêkê de Dewleta Tirkîyê nexwest ku rê li ber koçberan vekê û ew bi rojan li ser sînor asê hiştin. Heta vê gavê jî bi hezaran kurd hê li alîyê sînorê Rojavayê Kurdistanê mane asê û Tirkiye destûrê nadê ku ew derbasî Bakur bibin.

Li hêla din jî Dewleta Tirkîyê tank û topên xwe li ser sînor danîne û bêyî ku tiştekî bikê ji xwe re li şerê di navbera DAIŞ’ê û şervanên kurd temaşe dikê.
Bi alîkarîya Serokê Herama Kurdistanê Birêz Mesud Berzanî dewletên hevpeyman dest bi bombebarankirina binkeyên DAIŞ’ê li Kobanê û derdora Kobanê jî kirin û hê jî dikin, lê Amerîka jî êdî gihaye wê bahwerîyê ku êdî bombebarankirin jî têrê nakê. Niha DAIŞ êdî ketîye nava Kobanê û heger ku di demek gelekî kin de çareserîyek ji pêşketina DAIŞ re neyê dîtin, ango Civaka Navnetewî li dijî DAIŞ’ê cêş jî nekê dewrê, metirsîyeke mezin heye ku DAIŞ li Kobanê jî komkujîyeke mezin bînê serê kurdan.

Di vê derbarê de Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê bi piştgirîya Federesyana Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) û Encûmena Nîştimanî a Kurd li Sûrîyê (ENKS) di roja 03.10.2014’an de li ber parlamentoya Danîmark xwepêşandanek lidarxist û piştgirîya xwe ji bo Kobanê da nîşandan.

Niha jî ku rewş li Kobanê gelekî aloz bûye û bi dehhazaran kurd jî koçberî Bakurê Kurdistanê bûne, me wek Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) biryar daye ku dest bi hin çalakîyan ji bo Kobanê bikin. Çalakîyên ku me dane pêşîya xwe evin:

  1. Ji bo piştgirîya Kobanê wê şevek bê çêkirin. Bilêt li gel xwarin û vexwarinê 200 Kr. Bilêta zarokan heta temen 12 sal 70 kr. (ji bo xwarin & vexwarinê). Bilet li ser internetê têne firotin û herwesa li ber derîyê salonê jî mecalê kirîna biletan heye. Ji kereme xwe re heqê bilêtên xwe bişînin ser vê kontoyê:

             Jyske Bank: Regnr.: 5021 Kontonr.: 1506303 

Navnîşan: Laila Selskabslokaler, Torveporten 8, 2500 Valby
Dem: 26.10.2014, kat 17.00 – 22.00

  1. Federasyona Komelên Kurd li Danmark û Komela Roja Sor li Odense bi hev re kampanya berhevkirina cil û bergên germ ji bo zivistanê, lihêf, batanîye, pêlav û leyîztokên zarokan destpêkirîye. Bi kerema xwe kes û karên xwe, heval û hogirên xwe li ser vê kampanyê agahdar bikin. Kampanya heta dawîya meha 10 berdewame.

Me çadirek li parka Laila Selskabslokaler; Torveporten 8, 2500 Valby danîye. Rojên duşem, sêşem, çarşem û pêncşemê, ji seat 12.00 – 17.00 li ber çadirê kes hene ku                    pêşwazîya we bikin.

 

  1. Ji bilî vê yekê jî me dest bi alîkarîya madî jî kirîye. Kesê ku bixwazê alîkarîya koçberên Rojavayê Kurdistanê bikê, dikarê alîkarîya xwe bişînê ser vê kontoyê:

            Jyske Bank Reg: 5021 konto: 1506303

 Kurdistanîyên hêja, gelê me îro di xeterîyeke mezin de derbas dibê û pêwistî bi alîkarîyê heye. Koçberên ji Kobanê li cade û kolanan dimînin. Zarok, pîr û kal nexweş û bê malin. Zivistan jî vaye nêzîk dibê. Destê alîkarîyê dirêjî xwîşk û birayên xwe bike. Bila hêvîya wan a ji bo jîyaneke bi rûmet nefetise.

Ji kereme xwe re derdorên xwe û nas û dostên xwe bi van çalakîyên me agahdar bikin. Em ji niha de spasîya we dikin û li benda piştgirîya we ne.

 

Hun dikarin pêwendîyê li gel van kesan deynin:

Adnan Axacan: 28 58 28 33

Yilmaz Yildiz: 30 22 52 97

Welid Akreyi: 31 31 64 63

Ciwan (Bavê Mizgîn): 29 36 78 81

Evin Hitou: 28 12 88 59

Bahzad Shamsany: 30 11 56 81

Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD)
Bi piştgirîya hêzên sîyasî ên Kurdistanî li Danîmark
12.10.2014
Skfd08@gmail.com