EM REVANDINA KEÇA ÊZÎDÎ A 11 SALÎ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Li gor agahiyên ku di nava raya giştî a kurd de hatine belav kirin, di roja 09.01.2013’an de

li Başûrê Kurdistanê, li herêma Welatê Shêx, li gundê Shêxika, xortekî kurd ê misilman keçeke êzîdî a 11 salî bi zorê revandiye û wek ku tê gotin ev keçika temen biçûk heta vê gavê jî li malbatê nehatîye vegerandin. 

Revandina keçikeke temen 11 salî karêki bêahlaqî û bi serê xwe sucekî gelekî mezine. Zewaca bi zarokeke 11 salî re belki 2-3 hezar  salan berîya niha dihat dîtin. Heger di dema  me a îro de bûyereke bi vî rengî biqewimê jî, dibê ku di nav qabîlên afrîqîyên gelek paşda mayîn de mumkun be.! Gelo Kurdistan û gelê Kurdistanê di kûjan demê de dijî? Di dema me a îroyîn de bûyereke bi vî rengi ne ojdan, ne adelet û ne jî mirovayetî qebul dikê. Wek ku em dibînin yekemîn bêhurmetîyeke mezin li beramberî Ola Êzîdayetîyê û hemû qanûn û erf û adetên vê olê hatine kirin. Herwekî din jî li dijî vê kecikê curmeke mezin hatîye kirin û hemû mafên zarokan hatine binpê kirin. 

Civaka Êzîdî perçeyekin ji netewa kurdî û Ola Êzîdayetîyê jî ola kurdan a herî kevnare. Civaka Êzîdî heta niha gelek êş û zahmetî kişandîye. Ji ber wê yekê divê hurmet li beramber ol, erf û adetên Êzîdayetîyê bê girtin. Îro bi sedhezaran êzîdî li Başûrê Kurdistanê dijîn. Di serî de pêwîste desthilatdarîya Herêma Kurdistanê rê nedê bûyerên bi vî rengî. Ev tiştê hatîye kirin hewldaneke ji bo têkbirin û tevdana hizûra di navbera olên li Kurdistanê jî. 

Em vê bûyera kirêt bi tûndî mahkum û şermezar dikin û bangî Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemû dem û dezgehên herêmê dikin ku vî karê kirêt çareser bikin, wî xortê ku ev curm pêk anîye û kesên ku alîkarîya wî kirine bêne darizandin û cezayê xwe bixwin û ew keçika temen biçûk jî di zutirîn wext de li malbata xwe bê vegerandin. Em herweha bangî hemû kesên demokrat û welatparêz jî dikin ku li beramberî vê bûyerê û hemû bûyerên bi vî rengî bê deng nemînin. Hêvî û daxwaza me ji malbata keçikê jî ewe ku vê zaroka bê sûc û bê gûneh tawanbar nekin. 

KOMKAR-Danîmark

24.01.2013