Sakine Cansiz Fidan Dogan Leyla Söylemez
Di demeke wilo de ku li Tirkîyê û Kurdistanê hêvîyên ji bo bidawîanîna şerê qirêj li Kurdistanê û aşîtîyeke mayînde bilind dibûn, li Parîsa paytexta Fransa’yê şerxwaz û dijminê aşitî û azadîya gelê kurd ketin nav tevgerê û 3 sîyasetmedarên kurd ên jin Sakine Cansiz, Fidan Doğan û Leyla Söylemez kuştin.
Bêguman şerxwazan bi vê qetlîamê xwestin rê li ber dayin û stendinên ku têne meşandin bigrin û dîsan weke her demê rûyê xwe ê kirêt nîşan dan. Em vê komkujîyê bi dijwarî mahkum û şermezar dikin û bangî hikumeta Fransa dikin ku di zutirîn wext de kujeran derêxê meydanê û wan ji bo raya giştî aşkere bikê. Herweha hêvî û daxwaza me ewe ku dayin û stendinên ku hatine destpê kirin di navbera alîyan de her berdewam bibin. Bila serê gelê kurd sax bê.