Østkurdistan i strejke pga. mordet på Dr. Abdulrahman Qasimlo

 

Untitled-1mangirtin-rojhilata-kurdistan[1]

Foto: Dengê Azad

I anledning af 22-årsdagen for mordet på KDP-Irans leder Dr. Abdulrahman Qasimlo og hans to venner Abdullah Qadiri Azer og Dr. Fadil Resul, der alle blev likvideret af iranske agenter i Østrigs hovedstad Wien den 13. juli 1989, mens de sad ved forhandlingsbordet med repræsentanter for det iranske præstestyre, har livet i Østkurdistan dagen igennem været helt stille. Trods regimets hårde forholdsregler igennem flere dage for at afskrække folk, gik kurderne alligevel i strejke på opfordring fra KDP-Iran ved at lukke deres butikker og arbejdspladser i hele Østkurdistan for at protestere mod regimets likvideringer af Dr. Abdulrahman Qasimlo og hans to venner.   ___________________________________________________________

Xelkê Rojhilata Kurdistanê di 22’emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de man girtin
13ê Tîrmeh a 2011Navenda NûçeyanXelkê Rojhilata Kurdistanê bi bangawaza Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ ve di 22’emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de man girtin.Agahiyên ku ji ragihandina fermî a PDKÎ malpera Kurdistanmediayê hatine wergirtin ev in;

Urmiye:
Şehreka Danişgah, şehreka Elwac, şehreka Sipah, Terzilya, şehreka Şumalî, şehreka Abiyarî, Apadana û derdora mizgevta Şêx Teha, Diza Siyavuş, zanîngeha Peyama Nûr û Gulşehr.
Herweha bi boneya salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo, endamên PDK Îranê di kiryarekê de dest bi belavkirina xurmeya xêrê di nava xwendekarên bajarê Urmiyê de kirine. Beşek ji wan xwendekaran ev in:
Beheştî, Îsmaîlzade, Diyar, Yaran, Muderis, Bapîrzade, bilûkên 11.9.7.12
Li zanîngeha Nazlo a bajarê Urmiyê, zanîngeha Zanista Pizişkî û zanîngeha Urmiyê.

Bokan:
Li devera Naleşkêne a bajarê Bokanê li gundên Birahîmabad û Gûkdelî, alaya Kurdistanê û alaya şîn a esmanî hildan.
Herweha li gundê gûkdelî alaya Komara Îslamî anîn xwarê û alaya Kurdistanê hildan.

 

Serbarê mîlîtarîzekirina Kurdistan di nava girevek giştî de ye.

Serbarê vê ku rejîm ji mehekê berî niha ve bi awayê herî tund zext xistiye ser xelkê Kurdistanê û bi hemû awayekî li hewla pêşîgirtin ji daxistina dukan û bazarê bûye, xelkê şoreşvan û nîştimanperwere Kurdistanê gellek netirsane û cesûrane û li helwestekî netewî û yekgirtÎ de bi daxistina dukan û bazarê û şêweyên xebata medenî ew terora rêberê gelê Kurd şhîd Dr. Qasimlo şermezar kirin.
Eva jî di demekê de ye ku ji sibezûya roja 21’ê pûşperê ve rejîma Îranê parazît xistiye ser TISHK TV, ku di rastî de deng û rengê xelkê Kurdistanê ye. Rejîma Îranê li Kurdistanê de her weha tevaya hêl û emrazên pêwendîgirtinê wek telefon û înternetê daxistine.
Bi vî halî jî ji çendîn riyên taybet ve endamên PDKÎ zanyarî dane nûçegihaniya Kurdistanê, ku ew zanyarî bi vî awayî ne:

Urmiye:
xelkê gundên mawane, Karane, Enbê, Gohdar ji hatûçûna bo nav bajar xwe parastine.
Kurdan li Îslamabad, Terzîlo, Elwac, Kuştarga, û pasajên Mîdxa, Sadat, Morwarîd, Zomorod dakan û bazar daxistin.

Seqiz:
Ew bajar bi tevahî hatiye mîlîtarîzekirin, û wan hêzan xwe amade kiriye da ku deriyên dukanan bişkênin, ji ber ku li cem wan hêzan, emrazên şikandina qoflên deriyan jî heye.
Xelkê qehremane seqizê carek din nîşan dan ku dersxwanên riya Qasimloyê şehîd in. Ji ber ku xelkê Seqizê pêşwaziyekî gelek germ ji vê bangewaza PDKÎ kirin, û dukan û bazar daxistin. Bi taybetî li bajarokê “Sahêb” girevê tev bajar dagirtiye.

Sine:
Li Sinê jî xelk bi kincên şîn ve derketin dervey malan

Newsud:
Li newsudê jî xelkê şoreşvan ê vî bajarî serbarê zexta bêqas ya hêzên rejîmê pêşwazî ji bangewaza PDKÎ kirin û gireva giştî rêve birin.
Karbidestên rejîma Îranê li pîlanekê de li îdareya esnaf bi biryarekî tirsinokane dokandarên bajarê Şino bo xwarina nanê nîvro li talarekî bajarê Şino gazî kirine, lê xelkê bajarê Şino’yê bersiva “na” dane kirêgirtiyên rejîma Îranê.

 

 

Îro 22’ê Pûşpera 1390’a Rojî, xelkê Kurdistanê di 22’mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo, man girtin

Urmiyê:
Bajarê Urmiyê bi tewawî hatiyê milîtarîzekirin û hejmarek pirr seytere û pirsgeh ji aliyê hêzên ewlehî ên rejîmê di vî bajarî de hatine danîn û bi awayên cur bi cur pêşî ji meş û liva xelkê digrin. Herweha hejmarek berçav a wan hêzan çûne devera Mirgewer ser bi bajarê Urmiyê û pêşî ji hat û çûnên xelkê digrin.

Şino:
Pirraniya dûkan û bazarên Şinoyê hatine daxistin û bajar di mangirtinekê giştî de ye. Hêzên rejîmê ji xelkê wî bajarî daxwazkirine ku dûkanên xwe vekin, lê xelkê welatparêz ê Şino tu girîngiyek bi axavtinên wan hêzan nadin û mangirtina xwe didomînin.

Bokan:
Îro Demjimêr 10 ê sibê bazar û dûkan û cihên jêr de hatine daxistin:
Bilwara Miyandoav, Bilwara Serbazê Gumnam, şeqama reysî a wî bajarî, Bilwara Dr. Qasimlo, Mecbûrava, Elîava.
Di nav bajarî de hejmarek pirr ji hêzên rejîmê cihgîr bûne û bajar di rewşekê hikûmetnîzamî de ye.

Mehabad:
Pirraniya dûkan û bazarên Mehabadê hatine daxistin û bajar di mangirtinekê giştî de ye.
Heya demjimêr 10 ê sibê tu dûkanek di wî bajarî de nehatibû vekirin, herweha hejmarek pirr ji hêzên rejîmê di nav bajarî de ne û hat û çûna xelkê xistine bin çavedêriya xwe.

 

Îro 22’ê Pûşperê, li 22’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo de, xelkê Kurdistanê man girtin

Serbarê wê ku rejîma Komara Îslamî ji mehek berî niha ve bi tundtirîn şîwe zext û givaş dixistin ser xelkê kurdistanê û bi hemû awayekê hewil daye ku pêş bi daxistina dukan û bazaran bigre. Xelkê şoreşvan û nîştimanparêz ên kurdistanê gelek netirsane û biwêrane û li helwestek netewî û yekgirtî de bi daxistina dukan û bazar û şêwazên din ên xebata medenî, ew terore ji aliyê Komara Îslamî ve mehkûm şermezar kirin. Eve jî li demekê de ye ku sibêdeya roja 21’ê pûşperê bi sedema pêlên bihêz ên parazîtê li ser ferekansên Tîşk Tv’ê, weşana wê deng û renga xelkê kurdistanê sekiniye û nikare pirogramên xwe biweşîne, herweha dem û dezgehên komara Îslamî li kurdistanê de hemû hêl û alavên pêwendîgirtinê weke telefon û înternêt daxistine.

Lê dîsan bi vî halî ve jî, li çendîn riyên taybet ve, endam û alîgirên PDK Îranê hin zaniyarî dane nûçegihaniya Kurdistanê ku bi awayê jêrîn e:

Pîranşehr:
Li bajarê Pîranşehrê mangirtina giştî li bajar de dest pê kir û piraniya dukanan hatine daxistin. Hêzên rejîmê li kûçe û kolanên bajar de cihgîr bûne û bi zext û zorî ve dixwazin deriyê dukanan bi xelkê bidin vekirin.

Bokan:
Li bajarê Bokanê jî serbarê gef û gurên hêzên rejîmê, zorahiya dukan û bazaran hatine daxistin. Eve jî li halekê de ye ku li midehê du rojên derbasbûyî de hêzên rejîmê berdewam bi helîkopteran li ser asîmanê bajar de hat û çûnê dikin û dixwazin xelkê çavtirsiyayî bikin. Lê xelkê şoreşger ên Bokanê bi tewahî xwe ji bo mangirtinê amade kiribûn û niha bajar bi tewahî li mangirtinek giştî de ye.

Sine:
Li bajarê Sine beşeke berçav ji dukan û bazaran hatine daxistin û hêzên rejîmê li nav bajar de mijûlê manordanê ne. Hêzên rejîmê li gelek kolanan de rawestiya ne û gefê ji xelkê dixwen.

Urmiye:
Li bajarê Urmiyê jî li gelek cihan dukan û bazar hatine daxistin û hêzek yekcar zaf li nav bajar de ye. Herweha sê helîkopterên hêzên rejîmê li halê geriyan li ser esmanê urmiyê de ne.

 

Îro 22’ê Pûşpera 1390’a Rojî, xelkê Kurdistanê di 22mîn salvegera terorkirina nemirovane a Dr. Qasimloyê nemir de, man girtin

Serbarê vê yekê ku rejîmê mehek berî niha bi tundtirîn şîwe givaş xistine ser xelkê Kurdistanê û bi hemû şîweyek hewil daye ku pêş bi daxistina dikan û bazaran bigre, xelkê şoreşgêr û nîştimanperver yê Kurdistanê wêrekane û di helwestek netewî û yekgirtî de bi daxistina dikan û bazar û şîweyên din ên xebata medenî, terora han ji aliyê Komara Îslamî ve mehkûm û şermezar kirin. Eva di demekê de ye ku sibêzûya roja 21’ê Pûşperê seba pêlek parazîtê li ser fêrêkansa TISHK TV, ev ragihandina azad ku bi deng û rengê xelkê Kurdistana Îranê hatiye naskirin, nikare bernameyên xwe li ser fêrêkansa xwe biweşîne. Dam û dezgehên rejînê li Kurdistanê hemû hêlên alavên pêwendîgirtinê weke telefon û enternêtê daxistine.
Lê bi wî halî jî di çendîn riyên taybetî ve endamên PDK Îranê, hin zanyarî bi nûçegihaniya Kurdistanê ragihandine ku bi vî awayî ne:

Kamyaran:
Li bajarê Kamyaranê hêzek zaf di nava bajar de ye û bajar di halê hikûmetnîzamî de ye.

Merîwan:
Li bajarê Merîwanê hêzek zaf gefan ji xelkê dixwen ku ger dikanan daxin dê bihên destbiserkirin. Lê dîsan jî beşek ji bajar di halê mangirtin de ye.

Kirmaşan:
Li bajarê Kirmaşanê hêzên Sipah, hêzên Întizamî, besîc û kirêgirtiyên rejîmê di pirraniya bajar de hat û çû dikin, rewşa bajar nîzamî ye û li wan cihane dikan û bazar hatine daxistin: Sêriya Newab, çarriya Berq, pirraniya dikanên Muderis.

 

Çalakiyên endam û alîgirên PDK Îranê di roja 22’ê Pûşperê de berdewam in

Beşek ji wan bajar û herêmên ku rapora çalakiyên endam û alîgirên PDK Îranê gihîştine nûçegihaniya Kurdistanê, pêkhatine ji:

Devera Deştebêl a Şinoyê:
Endam û alîgirên PDK Îranê li devera Deştebêlê, alaya şîn hildane û di nav bajarê Şinoyê de jî xelkê wî bajarî bi lixwekirina kincên şîn û bilindkirina alaya Kurdistanê di çend cihên wî bajarî de, rêz ji 22’ê Pûşperê girtin.

Nexede:
Şeqama Dr. Qasimlo, şeqama Balixçî, şeqama Sunzet, meydana Wehdet.
Herweha kasibkarên Kurdên wî bajarî li dor gaziya Komsyona Teşkîlat a PDKÎ, dikan û bazarên xwe daxistin. Herweha rewşa bajar rewşek nîzamî bi xwe ve girtiye û her di vê pêwendiyê de îdareya Îtilaat a wî bajarî ji riya telefonê gef ji kasibkaran xwarine ku ger dikan û bazaran venekin, her kasibkarek bi 5 Milyon tûmen dê bihê cezaya kirin. Lê xelkê Nexede her wa li ser helwesta xwe û daxistina dikanên xwe berdewam in.

Mehabad:
Nûçeyên bajarê Mehabadê bas ji kombûna hejmarek ciwanên Mehabadî di şeqama Hafir dikin û hêzên nîzamî ên rejîmê jî bo pêşîgirtin ji kombûna wan ciwanan di hewl de ne. Hêjayî gotinê ye ku piştînîvroya Îro, bazara Mehabadê bi giştî hatibû daxistin.

 

Çalakiyên endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya 22’ê Pûşperê berdewam in


Xoy û Selmas:

Seba mîlîtarîzekirina deverê, dilsojên xebatkar ên Partiyê li ser riya Selmas û Xoyê bi belavkirina dirûşm û tiraktên taybet bi 22’ê Pûşperê, dilê tarîperestên rejîma melayan lerizandin.

Xelkê misafir ên di vê riyê de hat û çûyê dikin şahidê dîtina wan çalakiyan in.
Li Xoyê bo aliyê Qutorê li ser rê û tabloyên Gundên Gogird, Almalî, Qutor, Zêrî, Razî û … tirakt û dirûşm hatine lêdan û bi awayek berbiçav karê teblîxî hatiye kirin.
Li bajarê Selmasê kolanên Bajêr “Tazeşehr” û Îslamabadê, kar û çalakiyên teblîxî hatine kirin.

Urmiye:
Enzel”riya navbera Karêz û Hemama, riya karxaneqend, Parka Saet, şehreka Muelim, Qehweqebax, Diza Siyawuş, Terzilya, şehreka Îsar û riya Qişlaq-Terzilya, herweha hêjayî gotinê ye li şehreka Qerebax û Diza Siyawuş, pirraniya xelkê heya demjimêr 11’ê pêşnîvro dikanên xwe daxistibûn lê rejîmê bi zora serenîze û çek, hin ji wan dikan vekirine.

Mehabad:
Seba vê yekê ku xelkê, pirraniya dikanan daxistine, bandor kiriye ser gereka Menguran û beşek zaf a wan jî tevlî mangirtinê bûn.
Li ser çiyayê Besrî û kanî, Şêxan û seyrangehên derdora avbenda Mehabadê û di nava goristana bajar de tirakt û dirûşmên pêwendîdar belav kirine.
Herweha bi rengê şînê esmanî hewz û ava Çarçiya, Mela Camî û parka bajar rengîn kirine.
Di navbera Kosekerêz û Darelek heya sêriya Hesen li Sindosê tirakt û dirûşm li ser tabloyên vê riyê dane.
Di navbera Gopg Tepe, Mîrawa, Kûrexaneya Hesen Abad û Baxê Kişawerzî û derdora bajarê Miyandoavê tirakt û dirûşm hatine belavkirin û li hin cihan jî dirûşma yekîtiya navbera Kurd û Azeriyan hatiye nivîsandin.

Serdeşt:
Li şêxmewlan û sêriya Marexan û xaniyên sazmanî ên derdora îtilaatê, tirakt û poster û CD ên partiyê hatine belavkirin.

Sine:
Di kiryarek şoreşgêrane de endam û alîgirên PDK Îranê li bajarê Sine, avên pirraniya felekeyên bajar bi rengê şînê asmanî, şîn kirine. Lê hêzên rejîmê di kiryarek tirsenokane de ava wan felekeyan bi tankeran betal kirine.

Jêder: Dengê Azad