KURDİSTAN 24 TV DENGÊ MİLETÊ KURD E

KURDİSTAN 24 TV DENGÊ MİLETÊ KURD E

Li Hewlêra paytextê Başûrê Kurdistanê  îro,hêrişeke hewayî bi ser  çend navçeyan ve hate kirin.

Hêrîş bi 12 mûşekên balistik û rênas hatin pêkanîn ku ji wan 7 mûşek wek amanc û hedef televizyona K/ 24 bijartibun. Piştî vê herîşê, avahîya televizyona K/24 xesareke mezin dît û avahî û dem û dezgeyên televizyonê  piranî hilweşîyan.

Ji wan 12 mûşekan 1-2 mûşek jî,  nêzikê konsolxaneya Emrika û yê din jî,  çend cîyên din hingavtine.

Li gor agadarîyên ku ji Emerîka geyiştine dest ev mûşekên rênas ji Tewrêza Îranê  hatine avêtin.

Xûyaye ku yek ji armanca van mûşekan hilweşandina televizyona K/ 24 e û  her wiha, têk birina weşanên vê televizyonê ye.

Lê xweşhalin ku di vê hêrîşa xêrnexwaz û dijminane de, karmendê televizyonê sax û silametin.

Televizyona K/24 deng û awaza Miletê Kurdistanê ye. Ew wek rageyandereke netewî û niştimanperwer e. Lewraye ku her tim K/24, hedef û amanca dijminên miletê Kurd e.

Kurdistan 24 TV, deng û sewt û awaza miletê Kurdistanê ye;  ku lewraye K/24 her tim bi camêrî,  meram û helwesta miletê Kurd,êş û azarên Kurdistanê  bi cihanê dide zanîn.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan,HAK-PAR vê êrîşa hov û dijminane bi tûndî şermezar dikin.

Dijmin û xêrnexwazên miletê Kurd çî bikin bila bikin,  çare nîne wê Kurdistanek azad û serbixwe çêbe.

Em wekî HAK-PAR’ê dibêjin ku:
Dilê me li gel dilê rêveber û karmendê K/24 TV ye.

Televizyona  K/24  Kurd e û Kurdistan e.

Dengê  Miletê Kurd nayê birin.

Hewlêr hergis li himber tirsonek û dijminan û xêrnexwazan ser danayne û wê li ser rêya dahatûyeke azad û serbixwe ji meşa xwe venegere

                                                                                   LATİF EPÖZDEMİR
                                                                      SEROKÊ GİŞTÎYÊ PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN