CEJNA QURBANÊ Lİ ALEMA ÎSLAMÊ PÎROZ BE

Cejna Qurbanê li alema îslamê pîroz be.

 

SAMSUNG CSC

Cejna qurbanê destpêkir. Heyf u mixabin ku di vê cejnê de ji, welatî ,nema dikarin cejna xwe di nav sekan u aramîyê de pîroz bikin.Di vê cejnê de jî,şer u xwîn u alozî berdewam e. Him li welat u him li navçe pevçun u şereke ne rewa didome.Li welat roj nîne ku kuştin u peqîn çênebin.Agirê vê pevçûnê gelek malan dişewitîne.Gelê meyê belengaz maye di navbera agirbarana herdu hêzên şerxwaz u çekbidest.Her roj bi dehan mal ji ber şer u alozîyan koçber dibin, terka welatê xwe didin,diçin welatê xerib u xeribistanan, li pena usitaran digerin.Ji ber derd u kûl u şîn u giryanan cejin ji bêtam derbas dibin.Şku dest ji çekan bedrin u pirsgirekên welat di nav er u pevçûn u tundî u dijwarî buye weke serniviştek ji bo gelê me.
Bi salane ku em wekî Partîya Maf u Azadîyan, bang dikin li herdu alîyên şerxwaz ku dest ji çekan berdin u bi şêwazek aştîyane çareseriyek peyda bikin. Lê dengê me bi ser dengê çekan ve nakeve.Êdî eşkereye ku şer xesarê dide gelê me.Şer u pevçûn bêfeyde ye.Ev rêya xwînawî ne tu rêyeke.Lazime rojeke zûtir çek werin bêdeng kirin.
Bila êdî di cejnan de insan nebin qurbanî.
Bila cejin bi şêweya xwe a biratî u hezkirin u parvekirin u piştgirtin werin pîroz kirin.
Partîya me HAK-PAR li dijê şer u pevçun u dijwarîyê ye.
HAK-PAR parêzgerê welatek şad u bextewere.Azadî, wekhevi u dadmendîyek binirx u mayînde,mebest u armanca me ye.

Ez hêvîdarim ku di demeke here nêzîk de aramî u aştî were welat u gelê me bigêje rojên xweş u bextewer.
Bila ev cejin bibe destpêka rojên şad u azade.

Bi vê minesebetê cejna qurbanê li hemu mislimanên cîhanê pîroz dikim.12.09.2016
Refik KARAKOÇ
Serokê Giştîyê Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR