Me hevrêyê xwe û welatparêzê mezin Xalid Xoce hunda kir

Xalid Xoce

Me îro bi dilxemgînîyeke mezin bihîst ku hevrêyê me ê hêja û qedirgiran, Xalid Xoce, li Stockholmê koça dawî kirîye.

Ev demek dirêj bû ku Xalid Xoce nexweş bû û li ber xwe dida. Car carnan wî di derbarê tenduristîya xwe de nûçeyên başbûna         xwe digihandin me û em pê kêfxweş dikirin, lê mixabin piştî tekoşîneke mezin, wî jî êdî ebedîyen ji nav me bar kir û çû ser               dilovanîya xwe.

  Xalid Xoce welatparêzekî mezin û tekeşorekî gedirgiran bû. Xalid Xoce tekoşerekî mezin bû di nav refên PSK’ê, KOMKAR-             Swêdê û HAK-PAR’ê de.

Herweha di nav gelek rêxistinên kurdî de li Swêdê û Ewropa cî girt û bi aktîfî kar û xebat kir. Heta roja dawî jî dilê wî her ji bo         Kurd û Kurdistanê lê dida.

Em bi koça dawî a rêhevalê xwe û welatparêzê hêja Xalid Xoce gelekî xemgîn bûn.

Bila rahma Xwedê li Xalid Xoce bê. Bila serê malbatê, serê me û sere tevaye gelê kurd sax bê.

Gelê Kurd tekoşerekî mezin hunda kir.

KOMKAR-DK
14.04.2016