Elewî ji biryara hikûmetê nerazî ne

Ji aliyê RÛDAW 07.04.2016
Dêrsim

 

 

 

 

 

 

 

 

Dersîm (Rûdaw) – Di çarçoveya rêkeftina Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê de li beramberî 3 mîlyar Euro û hinek şertên din, bi sed hezaran koçber tên vegerandin.

Çend roj berê qefleya yekem a koçberan gihêştin Tirkiyê. Rêveberiya Tirkiyê di heman rojan de bicihkirina koçberên Sûriyê li parêzgeha Mereşê wate Gurgumê da destpêkirin. Li qezayên Bazarcix û Îmamaşîrfiroş li nav kurdên elewî bicihkirina koçberên Sûriyê rastî bertekan tê.

Hinek komele û rêxistinên elewî hewla bicihkirina koçberên erebên sunî, wekî berdewamiya Komkujiya Mereşê ya 1978an dibînin.

Rêveberê Komeleya Pîr Siltan Evdal Îbrahin Sarikaya ji Rûdawê re wiha got: “Niha koçberan tînin li Mereşê li nav elewiyan bi cih dikin. Ev yek me dixe nav xof û fikaran. Çawa ku di Komkujiya Mereşê de (1978) bi destê nijadperestan ew çend elewî kuştin, dixwazin vê fîlmê dubare bilîzin. Ev hewla bicihkirina koçberan jî berdewamiya wê fîlmê ye.”

Diyar e koçberên sunî yên Sûriyeyî xof û tirsên dîrokî yên Elewiyan ji nû ve vejandiye. Civata Elewî ditirsin ku ev koçberên ku li nav wan tên bicihkirin, alîgirên rêxistinên tundrew bin.

Îbrahîm Sarikaya derbarê wê yekê de jî wiha got: “Çima koçberan nabin li bajarê Rizeyê bi cih nakin. Li Dêrsîmê, li Zîlan di dîrokê de çendîn komkujî hatiye serê me. Dixwazin dîsa gelê me qir bikin. Dibêjin evana Sûriyeyî ne, lê em bawer nakin. Vana DAIŞî ne. Em naxwazin ev DAIŞiyana li nav me werin bicihkirin.”

Akademîsyen û hîndekarên elewî jî daxwaz ji rêveberiya Tirkiyê dikin ku tirs û hestiyariyên elewiyan ên dîrokî, komkujiyên ku hatine serê wan li ber çav bigirin. Tirsa sereke jî komkujî, mişextî û guhertina demokrafiyê ye.

Mamostayê Beşa Rêveberînasiyê Dr. Huseyîn Çaglayan  jî wiha got: “Penaberan tînin cih û erdnîgariya elewiyan. Elewî ji vê yekê ditirsin, xof dikin. Çavkaniya xof û tirsa wan çi ye? Di dîrokê de bi taybetî ji dema Siltan Yavuz heta niha elewî tên qirkirin û kuştin. Dema penaberên sunî yên Ereb li deverê tên bicihkirin, lewma Elewî ditirsin. Divê dewlet û hikûmet jî vê tirs û xofa Elewiyan paşguh nekin.

Xelk dibêje tînin dixin vir demografiya vir diguherînin. Di salên 1980yan de Elewî hatin kuştin, tirsa wê heye. Elewî li Sêwazê hatin şewitandin, li Dêrsîmê hatin qirkirin. Ji ber van komkujiyan tirsa wan heye, ji van pêşkeftinên dawîn. Elewî dibêjin ku gelo dê dîsa werin me qir bikin, gelo dê me ji cih û warên me derbixin? Lewma divê hikûmet û dewlet van tirs û fikaran li ber çavan bigirin.

Elewî ditirsin, dibêjin ku gelo koçberên ku li vir tên bicihkirin, gelo Îslamiyên tundrew in, gelo DAIŞî ne, gelo alîgirên el Nûsra ne. Gelo wê van bên dîsa me bikujin û me ji welatê me dûr bixin? Di dil û mejiyê Elewiyan de ev tirsa dîrokî heye.”

Herçend hejmareke mîsoger li ber dest tune be jî derdora 3 mîlyon koçberên Sûriyê niha li Tirkiyê dihewin. Li gora daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê, tê payîn ku koçberên Sûriyê bi piranî li bajarên Bakurê Kurdistanê werin cîbicîkirin. Ev yek rê li ber angaş û senaryoyên cor bi cor vedike.

Gursel Erol    Parlamenterê CHPê yê Dêrsîmê anî ziman niha li Tikiyê 3 milyon Sûriyeyî hene û wiha domand:

“Derheqê van koçberên Sûriyê de lêpirsînek yan jî bergiriyeke ewlekariyê tune. Niha mezintirîn metirsî ev e ku hikûmet dixwaze van koçberên Sûriyê li rojhilat û başûrrojhilatê Anatoliyê bi cih bike. Bi hêceta terorê dibe ku dîsa li rojhilat û başûrrojhilat gund û bajar ji mirovan werin valakirin û piştre jî dibe ku koçberên Sûriyê li van gund û bajar û herêmên valakirî werin bicihkirin. Piştre jî bikin hemwelatî û dengdêr. Jixwe pêre li herêmê demografî, hevsengiya çandî û siyasî hemû diguhere. Li aliyê din dibe ku Hizbûllahê bi koçberan zindî bikin û bi PKKê re bidin şerkirin.”

 

Ev angaşt û senaryoyên bi vî rengî ne tenê di nava Elewiyan de li Bakurê Kurdistanê bi giştî li nav Kurdistaniyan de bi berfirehî tê gotûbêjkirin. Diyar e, heta ku kêşeya Sûriyê çareser nebe û koçber bi temamî venegerin welatê xwe, dê ev gotûbêjana her germ berdewam bikin.

 

Video: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/070420162