Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) wê îsal jî Şahîya Agirê Newrozê li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê li dar bixê.
Şahîya Agirê Newrozê wê li meydana Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagenê, li Rådhuspladsen bê pîroz kirin.
Dem: 20.03.2016
Demjimêr: 16.00 – 20.00.
Cî: Rådhuspladsen, meydana Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagenê.
Em bangî hemû kurdên welatparêz ên li Kopenhagenê û derdora wê dikin ku beşdarî çalakîya Agirê Newrozê bibin da ku em hemû li gel hev Roja Netewî a Gelê Kurd, Cejna Newrozê pîroz bikin û li dora Agirê Newrozê govendê bigerînin.
Em hevîdarin ku hemû beşdarvan bi cil û bergên kurdî û bi Ala Kurdistanê beşdarî vê şahîya netewî bibin.
Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD)