Berîya 7 salan, ango di roja 14.08.2007’an de terorîstên îslamî li Îraqê bi 2 kamyonan êrîşên xwekujî biribûn ser du gundên Êzîdîyan li herêma Shingalê ên bi navê Sîba Şêx Xidir û Til Hizêr.
Di encamê de zêdeyî 500 kesên sifîl ên bê suc û bê guneh jîyana xwe ji dest dan û bi sedan jî kes birîndar bûn. Bi sedan jî mal û xanî hatin xera kirin û dîsan bi sedan zêc û zaro sêwî, bê dê û bav mayibûn.
Pistre jî terorîstan êrîşên xwe ên li dijî Civaka Êzîdî her berdewam kirin, û di 03.08.2014’an de vê carê bi navê DAIŞ’ê êrîş birin ser Şingalê û Êzîdî di karêsatên mezin re derbas kirin.
Em komkûjîyên li Şingalê hatîn serê Êzîdîyan careke din bibîr tînin û terorîst û hevalbendên wan bi nefret mahkum û şermezar dikin.
Komkar-DK
14.08.2015