Newroza îsal li Kopenhagenê ji alîyê Serokparlamanê Danîmark ve hate vekirin

2015-03-21 23:42
Bi helkefta cejna netewî a gelê kurd, Cejna Newrozê, Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD), ku KOMKAR-DK jî endamê wê ye û Hevkarîya Hêzên Sîyasî ên Kurd li Danîmark (HEVKARI), ku Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) jî di nav de ye, di roja 20.Adara 2015’an de bi coşeke mezin Agirê Newrozê pêxistin. Agirê Newroza îsal li navenda bajêr, li meydana Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagenê , li ”Rådhuspladsen” pêk hat. Bi sedan kurdên nîştecîyên bajêr û derdora wê û nas û dostên kurdan beşdarî çalakîya Newrozê bûn û cejna netewî a gelê kurd pîroz kirin.

Newroza îsal ji bo berxwedana pêşmergeyên qahreman ên Kurdistanê, şehîdên Şingal û Kobanî û tevaye Kurdistanê û dîlên di destên neyaran de hat dîyarî kirin.

Îsal taybetîyeke girîng a Newrozê li bajarê Kopenhagenê hebû. Ew jî ew bû ku gelek sîyasetmedarên danîmarkî ên qada bilind, ku bi salane dostên gelê kurdin, di vê roja teybet de jî kurd bi tenê nehiştin û beşdarî çalakîya Newrozê bûn. Sîyasetmedarên danîmarkî ku beşdarî Newrozê bûn ev bûn: Serokparlamanê Danîmark Mogens Lykketoft ji Partîya Sosyaldemokrat (S), Wezîrê Derve ê Danîmark Martin Lidegaard ji Partîya Çep a Lîberal (R), Wezîrê Hundir ê berê Bertel Haarder ji Partîya Lîberal (V), Wezîrê Derve ê berê Holger K. Nielsen ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) û Endama Kurd a Parlamento Özlem Çekiç (SF).

Hêjayî gotinê ye ku serokparlaman Mogens Lykketoft wê di meha Îlona 2015’an de bibê serokê Netewên Yekbûyî (NY).

Çalakîya Newrozê bi yek deqe rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û sirûda Newrozê dest bi bernameyê kir. Endama Kurd Özlem Çekiç û kek Ahmed ji serî heta bi dawîyê rêveberîya Newrozê meşandin.

Çalakîya Newrozê ji alîyê Serokparlamanê Danîmark Mogens Lykketoft ve hate vekirin. Serokparlaman bi kurdî Newroza kurdan pîroz kir û dest bi axaftina xwe kir. Mogens Lykketoft ji bo vexwendinê û vekirina çalakîyê spasîyên xwe pêşkêş kir û bahsa rewşa kurdan, maf û berxwedana kurdan kir û xasima jî rola pêshmergan li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bilind nirxand. Piştî serokparlaman Wezîrê Derve Martin Lidegaard, Wezîrê Derve ê berê Holger K. Nielsen, Wezirê Hundir ê berê Bertel Haarder jî bi dorê axaftinên xwe pêşkêş kirin û bal kişandin ser berxwedana kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe û şerê li Kurdistanê ku îro li dijî DAIŞ’ê tê meşandin. Hemû axaftvanan jî di axaftinên xwe pesnê berxwedana kurdan û mêrxasîya peşmergeyan û hemû şervanên kurd di çeperên şer de li dijî DAIŞ’ê dan û anîn ziman ku berxwedana kurdan di şer de ne tenê ji bo kurdane, lê herweha ji bo tevaye dinyayê ye û ew bilind nirxandin. Çarçoveya axaftinên wan hemûyan jî bi giştî gelekî erênî bûn û di berdewamîya piştgirîya li dijî terora DAIŞ’ê de hemfikir bûn.

Piştî axaftinên mêvanan axaftinên hevbeş ên bi kurdî û danîmarkî jî li ser navê FKKD’ê û HEVKARÎ’yê hatin pêşkêş kirin. Axaftina bi kurdî ji alîyê serokê FKKD’ê Adnan Axacan ve û axaftina bi zimanê danbîmarkî jî ji alîyê cîgirê serokê FKKD’ê Yilmaz Yildiz ve hatin pêşkêş kirin. Di axaftinan de li ser wateya Newrozê wek cejna biharê, cejna netewî û sembol û berxwedana gelê kurd hat rawestandin û bahsa karêsatên li Şingal û Kobanî û berxwedana kurdan li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat kirin. FKKD û HEVKARÎ’yê ji bo piştgirîya Hêzên Hevpeyman a ji bo kurdan spasîyên xwe pêşkêş kirin û bi taybetî jî spasîyeke germ li welatê Danîmark kir ku cihê xwe di nav vê Hêza Hevpeyman de girtîye.

Di çalakîya Agirê Newrozê de hûnermend Fuat Talay, Cahit Ece, Mahmut Berzencî û Fethî amade bûn û bi muzîk û awazên xwe rengek taybet dane Newrozê. Beşdarvanan jî heta dereng govend û dîlan kişandin.

Newroza îsal li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagenê jî bi vi rengî û bi serkeftinek mezin derbas bû.

Hemû beşdarvan û amadekarên Newrozê kêfxweş bûn û hemûyan bi dilekî xweş Newroza xwe bi dawî anîn.

Yilmaz Yildiz
Kopenhag

22.03.2015

 

Fotoalbûm: