Adarê, Roja Jinên Kedkar pîroz bê

Siler.jpg-for-web-normal

Bi munasebeta 8. Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cihanê, em vê rojê li hemû jinan pîroz dikin û hêvîya me ewe ku hemû jinên bindest bigihin maf û azadîya xwe.

Heta roja îro jî li gelek welatan bi çavekî biçûk li jinan tê temaşe kirin, wan weke koleyan dibînin û zilm û tahde li wan tê kirin. Bi hezaran jî jin bi navê şeref û namûsê tên kuştin an jî tên recim kirin.

Li hêla din jî li welatê me, li Kurdistanê jî, herçiqas ku rola jinê gelekî bilind tê nirxandin û rêz û hurmeteke mezin ji jinê re tê nîşandan jî, lê em dibînin ku jina kurd jî di gelek waran de zilm û tahdeyê dikşînê û tê perçiqandin û ji gelek mafên xwe bêpar dimînê.

Herweha jî pişî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li dijî Başûrê Kurdistanê, xasima jî li dijî herêma Şingalê ku Kurdên Êzîdî di komkûjîyan re derbas kirin, gelek keç û jinên Êzîdî ketin destên wan har û hovan û heta vê gavê jî wek kole û xulaman ji xwe re bi kar tînin û di bazaran de têne firotin.

Bi dehhezaran jî jinên kurd ji Şingal û Kobanî îro di kampên pênaberan de jîyana xwe derbas dikin û êşeke mezin dikşînin. Bi hisreta ku rojek berî rojekê vegerin ser cih û warên xwe hêstiran dibarînin.

Hêvîya me ewe ku jina kurd bigihê hemû mafên xwe û bi taybetî jî jinên Êzîdî ên di destên DAIŞ’ê de ne rojek berî rojekê ji destên wan har û hovan bên rizgar kirin û bigihin azadî û aramîya xwe.

Em 8. Adarê li hemû jinan pîroz dikin û di berdewamîya tekoşîna wan de jî serkeftina wan dixwazin.

 

KOMKAR-DK
08.03.2015