Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Hereketa Azadî bang li malbatên Kurd kirin ku dersa Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin û gotin: “Werin em li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê kurdî hilbijêrin, herçend derseke bijarî be jî!”
Proseya dersen bijarte li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji roja 3yê Çileya 2022yan ve despê kir. Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistana navîn yên polên 5-6-7 û 8an dikarin heta 7ê Sibata 2022yan serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî weke dersen bijarte hilbijêrin.
Rêxistinên taybet bi warê perwerde û ziman, civaka sivîl, partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, çalakvan û akademisyenan kampanya piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî dan destpêkirin.
HAK-PAR û Hereketa Azadî li Amedê bi daxuyaniyekê piştiriya xwe ji bo kampanya xwendina bi zimanê Kurdî nîşan dan û gotin: “Werin em li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê kurdî hilbijêrin, herçend derseke bijarî be jî! Em girîngiyê didin xebatên hemû saziyên sivîl yên ku li qada zimanê Kurdî dixebitin.”
Daxuyaniya herdu partiya wiha ye:
Di dema Osmaniyan de perwerdehiya Kurdî hebû
“Weke ku tê zanîn ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve perwerde û hînkariya bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin û heta neteweya Kurd bi polîtîkayên zordaran axaftina bi zimanê Kurdî jî hatîbû qedexekirin. Di dema Osmaniyan de herçend kêm bibe û bi têra xwe nebejî Perwerdehiya Kurdî hebû lê bûye sed sal bi awayekî fermî hatiye qedexekirin.
Ev rewş ji aliyê Qanûna Tevhîdî Tedrîsat û Qanûna ji bo girtina Tekya û Zaviyeyê ve hat destpêkirin û bi pêvajoya girtina Medreseyên Kurdistanê dewam kir. Tevî van tişta Milletê Kurd ji ber axaftina bi zimanê xwe bi cezayên pere û hepsê re rûbirû man. Ev feraseta hovane wisa berdewam bû ku di nava saziyên fermiyê de weka ku ”Zimanekî Nayê Famkirin” hat binavkirin.
Lêbelê di sala 2012an de ji ber têkîliyên Yekitiya Ewropayê, hikûmetên Tirk bi awayekî neçar rêziknameyeke qanûnî ya ku destûr dane qursên zimanê Kurdî û hînkirina Kurdî weke dersa bijarî li dibistanan bicih kir. Dewleta Tirk li şûna rakirina qedexeya li ser Zimanê Kurdî ku bi qanûnan qedexe dike, weke perwerdehiya bijarî guherand.
“Kurdî wek zimanên din ên cîhanê xwedî mafên wekhev e”
Lê belê ziman qadeke jiyana hevpar û qadeke ku wekheviyê dixwaze ye. Ji ber vê yekê, divê her kes, sazî û rêxistinên ku wekheviya qadên hevpar qebûl dikin, vê rastiyê biparêzin, lewma zimanê Kurdî jî zimanê milletekê ye, wek zimanên din ên cîhanê re xwedî mafên wekhev e.
Ji Îlona 2012an û vir ve di polên 5, 6, 7 û 8an de dersên Kurdî yên bijarî hene, lê hetanî niha mamoste bi têra xwe nehatine tayînkirin û amûr nehatine dayîn. Dersa bijarî ya Kurdî ji ber helwest û nêzîkatiya rêveberên dibistanan bi awayekî keyfî hatiye astengkirin.
“Divê hemû kes xwedî li dersên Kurdî xwedî derkevin”
Divê hemû rewşenbîr, nivîskar, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û bi taybet gelê me derfeta Bijartina Dersên Kurdî xwedî derkevin. Ji ber ku Kurdî ji bo Kurdan sedema herî mezin a hebûnê ye. Divê em îro vê derfetê baş bi kar bînin ku di dibistanên dewletê de weke derseke bijarî ya zimanê Kurdî bidin pejirandin û xwedî li zarokên xwe derkevin ku zimanê xwe yê dayikê Kurdî weke dersa bijarî ya dibistanan hilbijêrin.
Em wek Partiya Maf û Azadiyan û Hereketa Azadî bangeke vekirî li gelê xwe dikin:
Werin em li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê kurdî hilbijêrin, herçend derseke bijarî be jî!
HAK-PAR û HEREKETA AZADÎ girîngiyê didin xebatên hemû saziyên sivîl yên ku li qada zimanê Kurdî dixebitin.
Di vê çarçoveyê de em bi taybetî diyar dikin ku em xebatên Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURDê girîng dibînin û bi awayekî zelal piştgiriya xebatên Kampanyaya Hilbijartina Dersa Kurdî dikin.
Zimanê me hebûna me ye. Kurdî rûmeta me ye.”