Komîta hêzên Kurdistanî spasnameyek pêşkêşî partîyên Danîmarkî kirin

04.09.2014
Yilmaz Yildiz / Kopenhag
Berîya demekê 13 partî û rêxistinên kurdî ji her çar beşên Kurdistanê di nav xwe de civîneke hevbeş lidarxistin û li ser rewşa dawî a li Başûrê Kurdistanê û karêsata Şingalê minaqeşe kirin û ji bo çalakîyên pêşerojê hin biryar stendin.

Di dawîya civînê de komîteyeke hevbeş ji 5 kesan hate damezirandin ku li ser navê partî û rêxistinên kurdî li Danîmark dest bi dayin û stendin û karê lobîyê bikê. Komîteya hevbeş ji van kesan pêk tê: Sait Yolal (PDK), Said Soltanpoor (PDK-Iran), Yilmaz Yildiz (PSK), Yesna (YNK) û Adnan Axacan (Federesyona Komelên Kurd li Danîmark-FKKD).

Heta niha komîtê çend civîn pêk anîne û hin proje danîne pêşîya xwe ku karibin piştgirîyê ji bo Başûrê Kurdistanê peyda bikin. Heta vê gavê pêwendî li gel çendîn dem û dezgehên danîmarkî hatine danîn û ev kar hê jî berdewame.

Di xeleka van karên lobîyê de jî komîteya hevbeş spasnameyek amede kirîye û dixwazê bi rêya vê nameyê û bi cîvînekê spasîya rêxistinên kurdî bigihînê partîyên sîyasî ên danîmarkî û hin sefaretan ji bo alîkarî û piştgirîya wan a ji bo Başûrê Kurdistanê.

Bi vê pêwanê duh (02.09.2014) Said Soltanpoor û Yilmaz Yildiz li ser navê komîteyê civînek li gel du endamên parlamento û berpirsên bilind ên Lîsta Yekîtîyê (Enhedslisten) Johanne Schmidt – Nielsen û Nikolaj Villumsen pêk anîn.

Komîteya kurd bi şeweyekî germ ji alîyê berpirsên Enhedslisten ve hatin pêşwazî kirin. Komîteyê jî piştî eşkerekirina hatina xwe spasnameya partî û rêxistinên kurdî pêşkêşî wan kir û dubare spasîyên kurdan gihandin wan ji bo alîkarî û piştgirîya partîya wan ji bo gelê kurd. Her du berpirsên Enhedslisten jî spasî û kêfxweşîya xwe ji bo spasnameyê anîn ziman û dîyar kirin ku ewên di alîkarî û piştgirîya xwe a ji bo kurdan de her berdewam bin.

Di civînê de li ser rewşa dawî a li Başûrê Kurdistanê hat minaqeşe kirin û her du alî jî di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de hem fikir bûn. Her du alîyan jî anîn ziman ku DAIŞ bûye xeterîyeke mezin ji bo kurdan, Rojhilata Navîn û tevaye mirovatîyê.

Berpirsên Enhedslisten herweha kêfxweşîya xwe jî anîn ziman ku hemû hêzên kurdî xeterîya DAIŞ’ê fêhm kirine û li gel hev şerê DAIŞ’ê dikin.

Hejayî gotinê ye ku Jonanne Schmidt – Nielsen û Nikolaj Villumsen dostên kurdane û ji nêz ve doza kurdan dişopînin û piştgirîya kurdan dikin.

Civîn di nava atmosfêreke gelekî germ de û serkeftî derbas bû.

Komîteya hevbeş wê di demeke nêz de spasnameyê bigihînê hemû partîyên din ên danîmarkî jî.

03.09.2014