Em şehîdên 1. Sebata 2004’an bibîr tînin


Di rojek weke îro de, di roja 01.02.2004’an de, gava ku cejna Ramazanê li baragehên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Nîştimanî a Kurdistanê (YNK) dihatin pîroz kirin, terorîstan xwe di baregehên herdu partîyan de peqandin û di encamê de gelek kurd hatin şehîd kirin û gelek jî birîndar bûn. Di nav kesên hatîn şehîd kirin de gelek jî sîyasetmedar hebûn. Nemir Samî Şingalî jî di encama wê êrîşa hovane de şehîd ket.

Em bi vê minasebetê hemû şehîdan 1. Sebatê bibîr tînin, bejna xwe li ber yadê wan ditewînin û nefretê li kar û barên terorîstan dibarînin. Ewên her di dilê gelê xwe de bijîn.