Kemal Burkay li Kopenhagê semînerek li dar xist

BILD1538.JPG-for-web-normal

Sîyasetmedar û nivîskarê kurd, Birêz Kemal Burkay duh li bajarê Kopenhagê bi kurdên welatparêz, kesên demoqrat û bi xwendevanên xwe re civînek sohbetê li dar xist. 

Piþtî civîna xwe a li Hamburgê di roja þembîya 31.10.2009’an de, nivîskar, sîyasetmedar û sekretêrê giþtî ê partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ê kevin, Birez Kemal Burkay duh jî di roja yekþemba 01.11.2009’an de duwemîn civîna sohbetê a li ser pirtûka xwe a bi navê ”Anilar – Belgeler” (Bîranîn –Belge cildê 2.mîn) li paytexta Danînarqa, li bajarê Kopenhagê, bi amadekarîya KOMKAR-DK li dar xist.

Civîn ji alîyê serokê KOMKAR’ê, Birêz Serhad Amedî ve hate vekirin. Amedî di serî de bi xêrhatina mêvanan û Birêz Kemal Burkay kir û di axaftina xwe de da xûyakirin ku di demeke kurt de çend pirtûkên Birêz Kemal Burkay hatine weþandin û yek ji wan jî cilda2. a bîranînên wî ne. Herweha da dîyar kirin ku wan jî wek KOMKAR pêwîstî bi civîneke bi vî rengî dît ku Birêz Kemal Burkay beþdar bibê û him di derbarê bûyerên li Kurdistanê û li Tirkîyê û him jî bi minasebeta weþandina pirtûka xwe civîneke bi sohbet li gel beþdaran derbas bikê. 

Balkêþ bû ku ji her çar perçên Kurdistanê û herwiha gelek kesên demoqratên tirk ji bo civînê eleqeyeke mezin nîþan dan. Ji bo vê yekê jî pêwîstî hate dîtin ku zimanê civînê him bi kurdî û him jî bi tirkî bê meþandinê. Di destpêkê de Birêz Burkay beþdarvan silav kirin, bi xêrhatina wan kir û bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. 

Burkay di axaftina xwe de bal kiþand ser bûyerên dawî ên li Bakurê Kurdistanê û pêvajoya ”çareserîya pirsa kurd”, ku ji alîyê hikûmeta AK-Partîyê ve hatîye destpêkirin. Burkay got ku ”dewleta tirk 85 sale hebûna miletê kurd red û înkar kir, sîyaseteke nijadperest û zilm û zordarî li himberî miletê me meþand. Gelo çima ev pirs îro hat rojevê? Li gor bahwerîya min sedem gelekin. Di serî de û sedema herî mezin jî berxwedana gelê kurd bi xwe ye. Gelê kurd piþtî damezirandina Komara Tirkîyê heta dema îro li himber zilm û zordarîyê serî dananî. Tirk bi xwe dibêjin kurdan 29 caran serî hilda. Sedemeke din jî konjoktura sîyasî a derveye, ango sîyaseta Amerîqa û Yekîtîya Ewropa a di derheqê Rojhilata Navîn de ye. Sedemek jî ewe ku berîya hikûmeta AK-Partîyê tim partîyên kemalîst, netewperest û statûkoperest hatin ser hikûm, an jî car carna esker bi xwe hikîm bi dest xist. Sîyaseta van hêz û partîyan her tim yek dewlet, yek ziman, yek al, û li ser esasê înkarkirin û nijadperestîyê heta îro hat meþandin. Lê AK-Partîyê bi bîr û bahwerîya xwe a îslamîyê, cara ewil wek partîyeke îslamî hat ser hikûm. Vê yekê hêzên netewperest, kemalîst û milîtarîst aciz kirin, xwestin bi þiklekî rê li ber bigrin, ji ser hikûm dayêxin, lê AKP li himber vê hewldanê beþdarîya Yekîtîya Ewropa û prensîbên Yekîtîya Ewropa li Tirkîyê ji bo parastina xwe esas girt. Ji ber wê yekê di vî warî de ket nav hewildanê de. Li ser vê esasê çareserkirina pirsa kurd jî kir rojeva xwe”. 

Burkay di axaftina xwe de herwiha anî ziman, ku AKP wilo didê xweya kirin ku ew dixwazê pirsa kurd çareser bikê, neku tenê pirsa kurdî, lê ew heta dixwazê bi gelê ermen re jî li hev bê, bi wan re jî ketîye nava hin hewildanan. Birêz Burkay ev pêvajoya nû erênî dît û got ku ew van gavên ku AKP dixwazê bavêjê mûhîm dibînê, lê cardin ne xweþbîne, ango ne di wê bahwerîye de ye ku wê pirsa kurdî bi tevayî werê çareser kirin.   

Burkay wiha berdewam kir: ”Bi rastî AKP dixwazê ku pirsa kurdî çareser bibê? Ez bi xwe di vê yekê de ne hewqasî xweþbînî me (optîmîst im). Ji ber ku rewþa Tirkîyê hê ne gihiþtîye, kamil nebûye ku hikûmetek bi cesaret rabê û pirsa kurdî çareser bikê. Hêzên kemalîst û nasîyonalîst ên wek CHP û MHP li dijî pêvajoyê ne. Ew naxwazin ku þer rawestê. Piþtî girtina APO, him APO û him jî fermandarên sere çîyê gotin ku heke efûyek derkevê em karin silehan deynin, lê dewleta kûr ev yeka nekir. Ew tirsihan ku heke dawîya þer bê ewê hêdî nikaribin kurdan di warê sîyasî de kontrol bikin.

Di nav civaka tirk de jî ji berê de ew fikrên weke ”ev miletê tirke, herkes tirke, ev welatê tirka ye, li vî welatî kurd tinene, heke em mafê kurdan bidine wan wê welat parçe bibê” di nav wan de cihê xwe girtîye û rûniþtîye. Yanî tirseke mezin di nav tirkan de heye, ew tirsa ku wê kurd rojekê vî welatî parçe bikin heye. Yanî heke ku kurd bigihin mafên xwe wê ev welat parçe bibê. Ji bo vê yekê di rewþa îro de gaveke wiha mezin bavêje û bêje ”em dixwazin em û kurd li hev bên li ser esasê wekhevîyê, emê heqê kurdan ên bingehîn nas bikin”yanî statûyeke federal, an jî weke þiklê li Swîsreyê û hin deverên din… Civaka Tirk ji bo vê yekê ne amadeye”. 

Birêz Burkay got ku çareserîya pirsa kurdî tenê bi rawestandina þer çareser nabê. Bêgûman rawestandina þer ji bo kurdan jî baþe, lê got divê heqê kurdan ên bingehîn bên naskirin. Bi nasandina van mafan pirsa miletan tên çareserkirin û doza gelik miletên bindest bi vî rengî çareser bûye. Ji bo çareserîya pirsa kurdî jî Birêz Burkay got ”ya dewleteke serbixwe, yan jî federesyoneke li ser esasê wekhevîyê, lê li gor raya me çareserîya herî baþ îro federesyone. Wek nîmûne jî rewþa li Baþûr jî ji xwe li ber çavaye”.   

Lê got ku dewleta Tirkîyê ji bo vê yekê ne amade ye û bibîr xist ku ev tiþtên ku AKP dikê jî tenê dikarê astengîyên li ber nîqaþ û gengeþîya li ser pirsa kurdî hêsan bikê, di warê demoqrasîyê de gavan bi xwe re bînê, azadîyan bi pêþ bixê, pêþîya kurdan û tirkan vekê û þer bisekinînê. Ji ber wê yekê jî got ku pêwîste yek piþtgirîyê li van hewildanên vê hikûmetê bikê. 

Burkay li ser pêwistîya yekîtî û tifaqa di nava kurdan de jî sekinî û bal kiþand ser wê yekê ku pirsa kurdî ancax bi destê kurdan û bi saya serê hevxebata kurdan dikarê çareser bibê û got ku divê kurd hêza xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir: ”Îro li Bakurê Kurdistanê hêza herî bi qewet PKK û DTP ne, lê mixabin piþtî ku Öcalan hat girtin ev ji daxwazên xwe hatin xwar, daxwazên wan bersiva çareserîya pirsgirêka kurdî nadin. Tiþtê ku ew tînin ziman ne dewleteke serbixwe ye, ne federesyone, ne jî otonomîye. Heta dibêjin bila zimanê tirkî jî bibê weke zimanê fermî. Em bi xwe vê yekê weke xeterîyeke mezin dibînin. Gelê Kurd ne parsekin, ne jî weke sêwîyane. Heta mafê sêwîyan bi xwe jî heye”  û bal kiþand ser wê yekê ku îro li Bakurê Kurdistanê, di nav sînorê Dewleta Tirkîyê de ji 20 milyonî zêdetir kurd heye. 

Piþtî navberekê, ku Birêz Burkay pirtûkên xwe îmze kirin, hêdî derbasî beþê civînê ê duwemîn bûn, ango beþê sohbetê li gel beþdarvanan. Burkay li vir li ser kar û xebata xwe a nivîskarîyê û pirtûkên xwe û li ser astengîyên ku di nava salan de derketin pêþîya wî rawestîya û agahdarî da beþdarvanan. Piþtî bi dawîanîna axaftina xwe li ser pirtûka xwe a bîranînan, mêvanan dest bi pirsên xwe kirin. Hêjayî gotinê ye, ku Birêz Burkay ji destpêkê heta dawîyê li ser lingan axaftina xwe kir û bersiva mêvanan da. 

Gelik pirsên balkêþ û bi nirx di derbarê pêvajoyê û yekîtîyê de hatin kirin û Birêz Burkay jî bi dilekî fireh guhdarîya wan kir û ew bersivandin. Li ser pirseke di derbarê protokola ku di navbera PSK û PKK’ê de di sala 1993’an de hatibî îmzekirin, Burkay wiha bersivand: ”Di dema protokolê de di nav gel de bahwerîyek çêbû, hêvîyek peyda bû, moral bilind bû, lê mixabin ew cepheye ku ji hêzên kurd pêkhatibû neçû serî. Þerê PKK’ê li dijî kurdên Baþûr û çalakîyên wan ên li welatên Ewropa, xasima êrîþên li Almanya, ku zirareke mezin da doza kurda bi giþtî, ev cephe têk bir. Îro jî heke PKK bêjê em wê protokolê diparêzin, em dîsan jî amade ne ku li gel wan kar bikin”. 

Piþtî bersivandina pirsan, civîn bi dawî bû. Piþtra jî dîsan Birêz Burkay pirtûkên xwe îmze kirin. Civînê 4 seatan dewam kir.

  

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

02.11.2009