HAK-PAR: Em rewşenbîr sîyasetmedarê Kurd, Serokê Rûmetê yê HAK-PARê Evdilmelîk Firat bi rêz yad dikin

Birewer, rayedar, sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurdistanê, neviyê serokê tevgera Şêx Seîd, dildarê tevgera Kurd û Kurdistanê, damezrênêr û serokê rûmetê yê Partiya Maf û Azadîyan / HAK-PAR’ê Evdilmelîk Firat berîya 7 salan di roja Roja 29. 09. 2009’an de çû ser heqîya xwe.
a_melik_firat7

Serokê rûmetê yê Partîya me, Evdilmelîk FİRAT, hê di dema amdekarîya damezrandina HAK-PAR’ ê de, mixabin ku nexweşîya wî ya bêkeys lê peyda bûbû. Dîsan jî Evdilmelik Firat ev rewşa xwe, qet ne kir hincet û neda pêş xebatên siyasî. Wan rojan, di wan mercên dijwar û zehmet de jî, tevgera Kurd betal nekir û bi hêz û karîna xwe xebata Kurdayetî domand. Evdilmelik FİRAT’ê nemir, heta roja dawî a temenê xwe, bi hestên netewî û bawermend ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xebitî.

Ew kesekî xweşbîn, bawermend û demokratekî nûjen bû. Rayedar û ronakbîrek bijare, zanayekî bêhempa bû. Baweri bi pirdengî û pirrengîyê dianî, û ji bo pêkanîna van tiştan, gelek hewildar bû.

Em serokê rûmetê yê Partîya me Evdilmelik Firat bi hirmet yad dikin û li ber ray û raman û jîyan û bîranînên wî, bi dilgermî rêz digrin.

Latif Epozdemir
Endamê Licneya Rêveberîya HAKPAR’ê

29.09.2016