HAK-PAR: Zarokên Kurd îsal jî ji perwerdeya zimanê dayîkê bêpar dimînin

Sala nû a perwerde û hînkarîyê destpê dike.. Nêzîkê 18 milyon xwendevan wê herin dibistanan.Ji van bi sedan hezarê wan bi eslê xwe ne Turk in. Kurd, Ermen,Rum, Laz,Boşnak û Erebin, yan jî, ji eqalîyetên curbecurun.Pir kes ji wan, helbet Kurdîn.Ev xwendevanên di dibistanan mixabin ku wê bi ziman û çanda Turkî werin hînkirin û perwerde kirin.Ewê xasyetên xwe yên netewî li derva bihêlin û wisan gav bavêjin nav holên dibistanan.

hakpar_180916_kurdi

Bi sed hezaran zarokên Kurd sitûxwar wê herin dibistanan.Li dibistanên Kurdîstanê, babeta dersê wanê yekem, bêguman wê ”Ez Turkim” be.”Turkim, rastim, Zirekim”. Paşî wê bi wan bidin jiberkirin ku:dibêjin ”Hebûna min bila fidayê hebûna Turkayetî be” û piştre ji, bi hezaran car hevoka” Yên herî serfiraz ewin ku dibêjin em Turkin.” dubare bikin.Yanî zarokên Kurd wê derewan û xapandinê dest bi xwendinê bikin.

Li Turkiyê di van deh salên rabirdî de, di warê ziman,çand, edebîyat û hunerî Kurdî de gelek gavên giring hatin avêtin.Zimanê Kurdî ji qedexebunê xelas bu.Radyo û Televizyona dewletê dest bi bernameyên Kurdî kir. Di du zankoyan de beşê edebiyat û zimanê Kurdî dest bi hînkarîyê kirin,raya fermi a dewletê ku li ser red, inkar û asîmilasyonê ava bibu, guherî,hebûna Kurdan hate qebûl kirin. Belê ev yek beramber bi demên borî gelek tiştên giringin.Her çend ku serbestbuyina zimanê Kurdî û qebûl kirina hebûna gelê Kurd, di destûra giştî û zagonan de cih negirtibe jî, û serbestbûneke nîvco be jî, disan tê de feyde heye ji bona zindemayîna ziman.

Di vê salê de jî, bi sed hezaran zarokên Kurd,wê nema karibin bi zimanê dê û bavan bi zimanê zikmakî perwerde bibin û hîn bibin.Lewraye ku roj biroj wê ji xasyetên xweyên netewî dûr bikevin û bîyan bimînin.Zarokên Kurd wê bi zimanek bîyan dest bi hînbuyîna derdor û dinyayê bikin.Ev yek tiştek gelek cefakare. Bîr û raya zarokên Kurd wê biguhere, feraset û fêma wan wê kêmkar birêve here.Sedem ku ne bi zimanê xwe perwerde dibin wê her tim xwe kêm bibînin.Zimanê dayîka xwe bêfeyde û erzan û bêrûmet hisab bikin.

Perwerde û hînkarî divê bi zimanê zikmakî be. Ew dewletên ku vî mafİ derdest dikin ew demokrat nayên hesab kirin.Demokrat ew kesin ku parezgar û piştevanê perwerdeya bi zimanê dayikin.Divê ev heqê sereke û xwezahî ku bi salanê ji Kurdan hatîye xesp kirin û dizîn,bi paşve were dayîn.

Zimanê Kurda hebûna Kurdaye.Eger hebûna Kurda bi fermî hatibe qebûl kirin divê zimanê Kurdî jî bibe zimanek fermi û bibe zimanê hînkarî û perwerdekarîyê.Ew maf û berjewendîyên Kurdan ku do hatibun xesp kirin û îro serbest jîyana xwe didomînin, lazime bikevin bin ewlekarîya destura gişti û zagonan.

Li Turkîyê hê jî di hemû pirtuk û kovarên hînkarîyê û amûrên perwerde û hînkarîyê de,xal û raya Tekayetî û Turkayetî di ciyê xwe dene. Ev amur divê ji van xalên nijatperest, şoven û asimilasyonist werin paqij kirin.Pergala hinkarî,divê ji navê “Perwerdeya Milli” necat bibe. Lewra Turkîye welatek pirreng û pirdenge û divê li ser vê heqîqet û rastîyê ji nuve were sererast kirin.

Lazime di vê sala nu a perwerdeyê de, dê û babên Kurd cehd bikin ku bi zarokên xwe dersên Kurdî a Bijarte bidin bijartin.Helbet ev yek , bêsiudiyek mezine ku mirov zimanê xwe di hînkarîyê de, beramber bi zimanek biyanî bibjêre. Lê ev jî di mercên îro de, keys û fesaleke di rêya jiyandin û fêrbuyîna zimanê Kurdî de.

Ji perwerdeya nijatperest, şoven û asimilasyonist re bibêjin na.

Divê pergala perwerde û hîkarîyê ji sepandin û bandûra hemû reng û xalên tekayeti û Turkayetî cuda bibe.Lazime navê wezareta perwerdekarîyê ku “ Perwerdeya Milli” ye were guhertin.Pergal û mifredat û naveroka hînkarî a Perwerde û hînkarîya Turkiyê were guhertin û li ser asas û binyatek pirdeng û demokratîk ji nuve were damezrandin.

Bila navê wezareta hînkarî û perwerdeya Turkiyê were guhertin. Pergala perwerdeya Turkîyê ji navê “perwerdeya milli” necat bibe.

Em li ser navê Partîya me HAKPAR, bi sedema destpêka sala nu a perwerde û hînkarîyê ji hemû zarokên welat re serkeftin û hiş û mejîyek zelal û fêm û feresetek delal daxwaz dikin.