Konferansa Sykes-Picot li Kopenhagenê hat li dar xistin

foto (31)

Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) û Hêzên Sîyasî ên Kurd li Danîmark bi pêwana 100 salîya Peymana Sykes-Picot konferansek li dar xistin. Nivîskar û lêkolînvan Munzur Çem wek axaftvan hatibû vexwendin.

Komela me a KOMKAR’ê jî, ku endamê Federesyona Komelên Kurd li Danîmarkê ye, beşdarî konferansê bû. Konferans serkeftî derbas bû.

Wek ku tê zanîn dewleta Îngilîz û dewleta Fransayê, di roja 14.05.1916’an de, hê ku Yekemîn Şerê Cihanê bi hemû dijwarî û germaye xwe berdewam dikir, li hev rûniştin û ji bo perçekirin û dabeşkirina Împeratorîya Osmanî li gor berjewendîyên xwe li hev kirin û di nava xwe de parve kirin. Di wê demê de perçê mezin ê Kurdistanê (Bakur, Başûr û Rojava) di nav sînorê Împeratarîya Osmanî de bû û ket ber vê peymanê.

foto 1 (62)

Rojhilatê Kurdistanê neket ber peymana Sykes-Picot, ji ber ku ev beşê Kurdistanê hê di dema Şerê Çaldiranê de di sala 1514’an de ketibû bin desthilatdarîya Dewleta Sefawîyan û li gor peymana Qasrî Şêrîn a di sala 1639’an de a di navbera Dewleta Sefawî û Împeretaroya Osmanî de ketibû bin destê Dewleta Sefewî (Îran) de. Ew sînorê ku di sala 1639’an de di navbera Dewleta Sefawî û Împeratorîya Osmanî de hatibû qebul kirin, heta roja îro jî ji alîyê Tirkîyê û Îranê ve hatîye parastin.

Sir Mark Sykes li ser navê Îngilîzan og François Georges-Picot jî li ser navê Fransîyan ev peyman di nav xwe de amade kirin û Împeretorîya Osmanî dabeş kirin, ji ber wê jî peyman bi navê van herdu kesan tê nas kirin, ango wek Peymana Sykes-Picot. Rusya jî wek dewleteke mezin divîyabû bibê şirîkê vê dabeşkirinê, lê piştî hatina bolşevîkan a ser hukum, bolşevîkan xwe ji peymanê derxistin û hemû cêşên xwe ji nav axa Dewleta Osmanî bi paş da kişandin. Piştre jî pêvajoyeke hevalbendîyê/dostanîyê li gel rejima Kemalîstan dest pê kir.

foto 5 (43)

Îngilîz û Fransîyan li gor Peymana Sykes-Picot Rojhilata Navîn di nav xwe de dabeş kirin. Di destpêkê de hin herêm dan Îtalîyan jî, lê piştre ji wan stendin. Kurdistan, ku berê bûbû du perçe, bi derketina Peymana Sykes-Picot û bi binketina Împeretaorîya Osmanî û Împeretaorîya Almanya di şerê cihanê de, êdî bû çar perçe. Perçeyê Kurdistanê ê mezin ê di bin dagirkerîya Împeretorîya Osmanî de êdî di navbera sê dewletên nû avakirî de, Dewleta Tirkîyê (250.000 KM2), Dewleta Îraqê (180.000 KM2) û Dewleta Sûrîyê (23.000 KM2) de duwemîn car hat parve kirin û dabeş kirin.

Eve tam 100 sal bi ser Peymana Sykes-Picot ve derbas bû û di nava van 100 salan de gelê kurd ji ber vê peymanê êş û alemeke nedîtî kişand û hê jî dikşînê. Îro jî gelê kurd li hemû beşên Kurdistanê ji bo bidestxistina maf û azadîya xwe tekoşîneke mezin didê.

Bi pêwana 100 salîya Peymana Sykes-Picot, gelê kurd li welêt û li gelek deverên cihanê xwepêşandan, civîn û konferans lidar xistin, Peymana Sykes-Picot şermezar kirin û bi yek dengî û bi yek helwestê daxwaza ji holêrakirina vê peymanê û azadîya Kurd û Kurdistanê kirin.