Em cangorîyên Kurdên Feylî bi hurmet bibîr tînin

Kurden Feyli

Îro 7. Nîsanê ye, roja bibîranîna cangorîyên Kurdên Feylî ye. Di rojek weke îro de, di 7. Nîsana 1980’an de rejima Bahs li     Îraqê bi hinceta ku Kurdên Feylî alîgirên Îranê ne êrîş bir ser wan û ew di enfalan re derbas kirin. Mal û milkên wan ji         wan stendin û bi dehhezaran bi darê zorê ji cih û warên wan derxistin û berên wan da çola ereban û ew ber bi Îranê ve         şandin.

Di wê rêya dûr û dirêj de bi hezaran kes rastî zilm û zoreke hov û nedîtî hatin. Di rê de bi hezaran kal, jin û zarok hatin       kuştin û bi hezaran jî ji nêza û tîbûnê û zilm û tahdê canê xwe ji dest dan.

Rejimê bi hezaran jî zilam û xortên wan binçav kirin, ên ku kuştin her kuştin û ên din jî nefî kirin û heta vê gavê jî her winda ne.

Rejimê qetlîameke gelekî mezin anî serê Kurdên Feylî û Civaka Navnetewî jî xwe wek her demê kerr û lal û bê deng kir.

Piştî ku rejima Saddam Hiseyîn di sala 2003’an de têk çû, gelek ji Kurdên Feylî ji Îranê vegerîyan Îraqê, lê heta vê gavê jî hê mal û milkên wan li wan nehatîye vegerandin û hê jî ji gelek mafên xwe bêparin.

Heta vê gavê jî bi dehhezaran Kurdên Feylî li Îranê weke pênaber di bin şertên herî xerab de dijîn.

Em di vê roja reş de, di vê roja ferman û qirkirina xwîşk û birayên xwe ên Kurdên Feylî de, hemû cangorîyên Kurdên Feylî bi hurmet û bi rêzgirtin bibîr tînin û bejna xwe li ber yadê wan ditewînin.

Kurdên Feylî jî weke bi dehhezaran kurdên din pêwîstî alîkarîyê ne. Divê destê alîkarîyê ji bo wan bê dirêj kirin da ku karibin vegerin ser cih û warên xwe.

KOMKAR-DK
07.04.2016