Qayîka koçberan ket binê avê: Herî kêm 5 mirî!

Ji aliyê RÛDAW 09.04.2016
Koçber (arşîv)
Koçber (arşîv)

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de, gayîka koçberan ket binê avê, 5 koçber mirin, 4 jî wenda ne.

Îro danê sibê komek koçber dixwestin bi qayîkê ji Tirkiyê derbasî girava Sîsam a Yûnanistanê bibin, lê qayîka wan li nêzîkî sînorê wî welatî ket binê avê.

Hêzên ewlehiya peravên Yûnanistanê 5 ji wan rizgar kirin lê 5 koçber xeniqîn û 4 jî nehatin dîtin. Tîmên lêgerînê heta niha jî li wan koçberan digerin.

Hat gotin ku di wê qayîkê de 14 koçber hebûne, piranî jî jin û zarok bûne.

Ev bûyer di demekî de diqewime ku ev çend roj in Ewropa koçberên ku bi qaçaxî derbasî welatên Ewropî bûne, bi darê zorê vedigerîne Tirkiyê.

Heta niha derdora 500 koçber ji Yûnanistanê bo Tirkiyê hatine vegerandin.

Tirkiye û Ewropayê li ser vegerandina koçberên ku bi qaçaxî derbasî Ewropa bûne, rêkeftin îmze kirine. Li gorî wê rêkeftinê Ewropa dê derdora 6 milyar euro bide Tirkiyê.