Çalakî û xwepêşandan li dijî êrîşên Dewleta Tirkîyê

12809669_628290087351466_8223090552008866787_n

Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) û gelek hêzên sîyasî ên Kurd ji her çar beşên Kurdistanê li Rådhuspladsen, li Kopenhagen li dijî Dewleta Tirkîyê çalakî û xwepêşandaneke protestoyî pêk tênîn.

Eve demeke ku Dewlete Tirkîyê dest bi êrîşên li ser Herêma Efrînê kirîye. Bi topan û çekên giran herêma Efrînê gulebaran dikin. Heta niha gelek kurd şehîd ketine û gelek jî birîndar bûne.
Ji bilî wê jî Tirkîyê gelek darên zeytûnan ên li ser sînor, ku temenê wan zêdeyî 50 salîye, ji kok de rakirine an jî wêran kirine û dixwazê li gor dilê xwe sînorekî nû çêbikê.

Jîyana nîştecîyên herêmê di metirsîyê de û ji tirsa ku ji alîyê Tirkan ve bêne kuştin û gulebarankirin, gundî newêrin herin nav zevîyên xwe ên zeytûnan û ji neçarî mayine halê heyîrî.
Di rojên 2-3-4. Adara 2016’an de wê li meydana Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagenê (Københavns Rådhusplads) hin çalakî li dijî Tirkîyê pêk bên.

Di roja 2-3. Adar’ê wê çadirek/konek bê danîn û belavok bên belav kirin û li ser êrîşên Tirkîyê agahdarî bên dayin.
Di roja înêde, ango di roja 4. Adarê de wê him belavok bên belav kirin û pistre jî xwepêşandanek pê lidarxistin.

Dem: 2-3-4. Adar 2016
Demjimêr: 13.00 -17.00
Cî: Københavns Rådhusplads.

Xwepêşandan wê roja înê (4/3-2016) di seat 15.00 de despê bikê.

Em bangî hemû kurdên welatparêz û nas û dostan dikin ku piştgirîya van çalakîyên li dijî Dewleta Tirkîyê bikin û beşdarî xwepêşandana ji bo Efrînê bibin.

Duh Şingal û Koban, îro jî Efrîn. Efrînê bi tenê û bê xwedî nehêlin.