Em serokê netewî Mele Mistefa Berzanî bi hurmet bibîr tînin

10441362_880666945330713_2107760741581568773_n

Di dîroka gelê kurd de meha Adarê roleke gelekî mezin dilîzê. Di vê mehê de êş û xweşîyên me kurdan di nava hevûdin de hatine hûnandin. Di meha Adarê de gelek rûdanên mezin, qetlîam, derbederkirin, enfal, zilm û zor bi ser me da hatîne, lê dîsan jî di eynî vê meha Adarê de cejna netewî a gelê kurd, Newroz, tê pîroz kirin, di eynî vê mehê de, di sala 1970’an de li Başûrê Kurdistanê cara yekem peyman di derbarê otonomîyê de di navbera kurdan û rejima Îraqê de hat îmze kirin. Lê mixabin rejimê soza dayî kurdan pêk neanî û kurdan jî terka dilê Kurdistanê, Kerkûkê nedan.

Dîsan di eynî vê mehê de rêberê netewî ê gelê kurd, nemir Mele Mistefa Berzanî di roja 14.03.1903’an de ji dayîk bû û di roja 01.03.1979’an de jî çû ser dilovanîya Xwedê.

Em di vê roja 37. salroja koçkirina nemir Mele Mistefa Berzanî de, rêberê netewî Mele Mistefa Berzanî bi hurmet bibîr tînin û bejna xwe li ber yad û keda wî ditewînin.

Rêberê mezin, xewna te û xewna bi milyonan kurd hêdî hêdî vaye pêk tê. Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçê. Dinya û alem hurmet û qîmeteke mezin didin berhema tekoşîna te a bi dehên salan û bahsa mêrxasî û berxwedana kurdan dikin.

Hezar rahma Xwedê li te bê rêberê gelê kurd.

Hezar silav ji bo tekoşîn û berxwedana te û a bi hezaran şehîdên Kurdistanê.

Hunê her daîm di dilê me de, di dilê gelê xwe de bijîn.

KOMKAR-DK
01.03.2016