PSK: Bila sala 2016 ji bona gelên me bibe sala aşitî û azadiyê

PSK: Bila sala 2016 ji bona gelên me bibe sala aşitî û azadiyê
download (1)

31 Kanun 15; 10:45

Sala 2015 sala bûyerên dilêş, kuştin û mirin bû. Hêvidar in sala 2015 wekî sala 2015 nebe û bibe sala aşitî û azadiyê.

Demek e agir û şewat bi ser herêma Rojhilata Navîn da girtiyê. Şerê navxweyiya Suriyê gihiştiye qonaxa here bilind û xirap. Hovitî û vandalizma DAÎŞê li Iraq û Suriyê berdewam e. Dimenên penaberan, ku ji şewata şer direvin, ji bona mirovatiyê ciyê şermezariyê ye. Encamên kavilker a şerê navxweyiya Suriyê, herku diçe ji bona navce û cihanê xetertir dibe.

Paş hilbijartina 7’ê Xeziranê, şer û pevçûn, tundûtijiyê bi ser Tirkiyê da girt. Bêtirî hezar kes bûne qurbanê ve şerê. Her roj jin û zarok û kesên sîvîl têne kuştin û termên wan bi rojan di kolanan da dimînin. Birindar û newxweş nikarin biçine nexweşxana. Hinek bajarên Kurdistanê kambax bûne. Hêjayî û nirxên çandî û dîrokî, ku berhemên hezaran salan in, di vê şerê da dibine armanç û xirap dibin. Gel ji ber qedexe kirina hatin-çuyînê perperişan bûye û ji ciyê şer direvin. Îro jî, ku em pêşwaziya salan 2016 dikin, rewşa hanê, kuştin û derbeder bûna gelê me berdewam e.

Şer hem dibe sedema kuştina mirov û hem ji hêviya paşerojê dişkine. Divê şerê hanê herçi zûtir bêne rawestandinê. Êdî kes neyê kuştin û derbeder nebe. Divê dewlet dev jê operasyonan berde û bona çareser kirina pirsgirêkan pêvajoya giftugo destpêbike. Ne tenê rawestandina şer, her usa ji bona aşitiya berdewamî, divê hemu kes xwe berpirs bizane û kar û xebatê bike.

Bi dehan sal e, ku neheqiyê li gelê Kurd tê kirinê. Nehştina vê neheqiyê bi ci bi ci kirina aşitiya berdewamî ve mumkun e. Ji bona vê yêkê rêzgirtina hebûna gelê Kurd û nasandina mafên netewî gelek giring in. Demokrasi û seqamgirî li Tirkiyê, girêdayiya wekheviya Tirk û Kurd e.

Em sala nu li gelê xwe pîroz dikin û hêvî û daxwazên me ev e, ku sala 2016 li cihan, navçe û welatê me da bibe sala aşitî û azadiyê.

31.12.2015

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK