Cigirê Serokê Giştîyê HAK-PARê Necati Bayram:Hêvîdarim ku sala nû bibe sala azadî û aştîyê

Cigirê Serokê Giştîyê HAK-PARê Necati Bayram:Hêvîdarim ku sala nû bibe sala azadî û aştîyê
2015-12-31 15:18

Salake din jî, li dû me ma. Sala borî, bi gelek çetnahî û alozîyên welat û herêma me derbas bû.Li welat piştî demeke aram,li dû encamên hilbijartinan careke din qeyranek sîyasî destpê kir û aramî cîyê xwe da pevçûn û şer û tundayetîyê.

Di sala 2015’yan de jî, mixabin ku pirsgirekên serekeyên welat bi şêwazek aştîyane nehatin çareser kirin.Li ser navê çareserkirina pirsgireka Kurd,rêyaku herdu hêzên çekbidest dane ber xwe, ne rêyek rasteqîn e.PKK tundayetî û şerê çekdarî vekişand nav bajaran û dest bi şerê kolanan kir.Xendeqa veda, barîqat û sengera pêk anî, tax û kolanên bajaran kir qada şer.Guh neda hewar û gazîya gelê Kurdistanê.Bi mebesta îlan kirina “xweser’i” yê,herêmê xiste nav agirek dijwar.

Dewletê jî, li himber tundayetîya PKK bi tanq û top û çekên giran hêrişan bir ser tax û bajarên ku PKK têde xendeqan vedaye.Li dawîyê bi derb û zerbên bombe û çekên giran ên herdu alîyan, bajar kavil bûn, avahî hatin xwarê, gelek cî û warên dîrokî û çandî xesarê dîtin, şewitin yan jî wêran bûn.Niştecîyên navçeyên pevçûnan man di navbera agirê herdu hêzan û naçar terke dîyar bûn, mal û milkên xwe bicî hiştin û koçebar bûn.Gelê Kurd li benda maleke avadan, welatêkî azad bû,lê mala xwe bi ser de hate xera kirin, welat bû gola xwînê û histêrên çehvê dayîkan.

Me wekî Partîya Maf û Azadîyan her tim rageyand ku ev rê, ne rêyek raste, Ev rê malwêranîye.Lazime şer raweste û ev pêvçûn û tundayetî bisekine, şerê çekdarî biqede,çek ji pêsîra sîyaset û jîyanê veqetin.Ev şerê kiret û qirêj xesarek mezin dide gelê Kurd.Kesê ku welathiz bin gere nebin sedemê kawil kirin û wêran kirina mal û welatê xwe. Lewra me got ku divê PKK dev ji çekan bedre û bi rê û olax û şêwazên aştîyane û demokratîk tekoşîna xwe bidomîne.Her wiha dewlet jî dev jî şêwazên emîndarî û leşkerî berde û rêya guftugo û veke, herdu alî bikaribin ji nûve lihev bicivin û pirsa çekê destan çareser bikin daku jîyan were ser hemdê xwe, gel ji bin bandora tirs û xofan derkeve.

Bêguman sala 2015’yan li navçe, li rojhilata navîn jî gelek dijwar derbas bû.Qeyrana Surîyê bû sedem ku qutbên nû pêk werin.Rûsya daxilê Surîyê bû. Rusya, İran û şieyên Iraqê meyla xwe dane ser rejima zordest a Beşer Esad.Di navbera Turkîye û Rûsyayê de jî,qeyranek sîyasî peyda bû, herdu dewlet jihev têkçûn.Hêzên koalîsyonê û NATO’yê jî,hevdengîyek nû çêkirin.Di nav van gengeşîyên herêmê de, Hikumeta Kurd a başûrê Kurdistanê û Hikumeta merkezî a İraqê jî rûbarê gelek pirsgirek û kêşeyên sîyasî bûn.Sîyaseta herdu alîyan ji hev cûda ket.Lewra hikumeta herêma Kurdistanê “serxwebûn” a Kurdistanê anî rojevê û din av gel de dide gengeşî kirin da ku bîr û rayek gelemperî peyda bibe û li dawîyê dewletek serbixwe were holê.Dewleta Turk û hikumeta herêma Kurdistanê pêwendîyên xwe germtir kirin û ev pêvajoya nû ji bo mafê herduk alîyan feyde û qezencên nû bidest dixe.

Li himber van bûyer û rûdanên herêmê,hîn hêz û rêxistin dest bi bangeşanên xirap û têkber kirin, dijayetîya Kurdistanek serbixwe kirin binyata siyaseta xwe.Me wek HAKPAR’ê,ji roja ewil û hetanî îro piştgirîya biryarên hikumeta herêma Kurdistanê kir û îro jî, em li ser vê yekê ne.Lazime gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê heqê xwe yê avakirina dehatûyek azad hebe û bikaribe qedera xwe bidestê xwe kivşe bike.Eger îro ev yek li başûr dewletek serbixwe hewce dibîne, lazime hemû Kurd piştevanîya vê yekê bikin. Hesta welatperwerî wiha encam dide.

Her wek ku tê zanîn roja dawî a salê, ji bo Kurdan rojek gelek giringe.Lewra ew roj, roja bîranîna şehîdên Kurdistanê ye. Em bi vê minasebetê şehîdên Kurdistanê bi sîyanet û hirmet yad dikin û li ber bîranîn û tekoşîna wan a pîroz,rêz digrin.

Ez di sala taze de, hîvîdarim ku şer û pevçûn biqede, gelê Kurdistanê bigêje jîyanek aşt û serfiraz û azad û demokrat. Sala nû li hemû gelên cîhanê pîroz dikim, aşti, azadî û wekhevîyê ji hemû gelên bindestên cîhenê re dixwazim.

31.12.2015

NECATİ BAYRAM
Cigirê Serokê Giştîyê
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR