HAK-PAR: Roja ala Kurdistanê pîroz be

2015-12-15 10:52
Jİ BO ÇAPEMENÎ û RAYA GİŞTÎ

Tiştê kum iletên ciyawaz ji hev cuda dike, welat û ax,zar û ziman uperçem û ala ye.Her miletek ax û welatek xwe heye, zar û zimanek xwe û perçem û alayek xwe heye.

Al, remz û sembola miletane. Her miletek ala xwe heye.Lewra al remz û nîşana taybetmendî û cudavanîya miletane.Her alek xasyeta firqet û cudahîyek tîne ziman.Reng û fîgûr û wêne û şeklên alayan piranî peyameke ji beden û pêkhatina miletan.Al her wiha hacetê nasîn û danasîna miletane jî.Al bi taybetî ji bo gelên azad û serbixwe wek perçemek nîşanê tê hisab kirin.

Ala Kurdistan, ji rengên kesk û sor û zer û spî berîteye.Li ser van xetên rengîn bi 21 tîrêj roj ( hetav) heye.Di ala Kurdistanê de her rengek wateyek xwe heye.Kesk, rengê deşt û çîya û banîyên welat e, bereket xweşîye;Sor, agirê Zerdeştê Kal û xwîna lehengên Kurde; Zer, azadî û ronahîye, Spî, aşti, masûmîyet û rastevanîye.21 tîrêjên rojê jî,remza hetava Mezopotamyayê, ango remza Newrozê ye.

Ala Kurdan xwedî dîrokek kevn e.Ew xal û remzên di Ala Kurdistanê de henin, di hemu serhildan û buyerên netewîyên gelê Kurd de hatine bikaranîn.Dema ku tevgera Şêx Seîd destpêkir û qezaya Gumgumê ( Varto) kete destê hêzên Şêx Seîd,wê demê şervanan perçemek b isê rengan li ser avahîya hikumetê çikandin ku kaşo ev perçem nîşana serketina Kurd hate hesibandin.Her wiha di dema Şêx Mehmud de, di dema İhsan Nurî Paşa de, ev perçema rengîn her tim hate bikaranîn.Helbet her qonaxek li gor xasyetên xwe ala xwe nexşe kiribun.Lê wisan dabune zanîn ku ew hersek rengên jindewar remz û nîşana serketina Kurd bu.

Di sala 1946’an de, di dema damezrandina dewleta serbixwe a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad de,serok komar Qazî Mihemmed de,Ala rengin a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebul kirin,cara pêşin li bircên Mahabadê hate çıkandin û vê alayê Qazî jibo parastin û pejirandinê wek rumeteke bi nirx emanetê Fermanderê giştîyê hêzên Leşkerîyên Kurdistanê Mela Mistefayê Berzanî kir.Ji wê rojê heta vê rojê ew alaya kivşkiri û pejirandî, jibo Kurdistanîyan Alaya serketinê hate hesibandin

Di sala 1999’an de hikumeta herêma Kurdistanê, roja 17’yê meha diwazdan, yasayek derxist û vê alayê wek alaya fermi a hikumeta herêma Kurdistan pejirand.Lewraye ku her sal roja 17’yê meha diwazdan wek “roja alaya Kurdistan” tê pîroz kirin.Reng û remza alaya Kurdistan ji sala 1946’an ve hatîye pesend kirin.Her wiha ev şekil û şemala alaya Kurdistanê ji alîyê dewleta federal a Başurê Kurdistanê ve jî, hatiye qebul kirin.

Helbet her dezge û rêxistin û sazuman perçem û remzek xwe hene.Lê remza Kurdistanê alaya Kurdistanêye û ew bi qet şêweyek nayê guhertin.Alaya Kurdistanê yeke û hemu Kurdan temsil dike.Kes û derdorên ku vê alayê nasnekin ew xiyanetê bi welat û ax û çand û dîrok û ziman û xasyetên miletê Kurdistanê re dikin.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan, roja Alaya Kurdistanê bi dilgermî pîroz dikin.

HAK-PAR şanazî û kubarî bi Ala Kurdistanê dike.

Her bijî Ala Kurdistan

Licneya Rageyandin û Daxuyanîyan a
Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR