KOMKAR: Roja Ala Kurdistanê pîroz be!

komkar_almanya

 

16 Kanun 15; 14:35

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 1999’an de biryar girt û 17. Meha Kanûnê weke  roja Ala Kurdistanê hat qebul kirin.  Ji ber wê yekê jî her sal di 17. Meha Kanûnê de li Parlamentoya Kurdistanê û di hemû dem û dezgehên fermî de roja ala netewî a Kurd tê li dar xistin.

Li Başûrê Kurdistanê hemû bajar û bajarok bi ala rengin tên xemilandin. Ev roja ne tenê li Başûrê welatê me, lê li hemû beşên Kurdistanê Kurd weke rojeke girîng û dîrokî bi coşî û şahi vê roja ala Kurdistanê bi şêweyên cûr bi cûr piroz dikin.

Çawa ji bo hemû netewan al cihekî girîng û diroki digrê. Ji bo gelê me jî ala me ya ku bi rengê kesk, sor û zêr û gehwer tê nas kirin ji bo netewa me Kurdan jî gelekî girîng e.

Ev ala ku ji sala 1927’an ve, ji dema Serhildana Agiri ve wek ronîya çavan hatîye parastin û di sala 1946’an de jî li Rojhilatê Kurdistanê gihiştîye destê Serokê Komara Kurdistanê Pêşawa Qadî Muhammed. Qadî Muhammed jî ev ala pîroz ji bo ku werê parastin dîyarî da qahremanê Kurd nemir Melle Mustafa Berzanî. Îro ev ala pîroz li hemu beşên Kurdistanê wek ala netewî a Kurdistanê tê qebûl kirin.

Gelê me îro ji bo rizgarkirina welatê xwe li hemû beşen Kurdistanê bi mêrxwesî û cangorî di bin vê ala pîroz de li dijî terorîstan û dewletên dagirker tekoşina xwe dimeşînê.

Em bawer in ku sedsala 21‘an wê ji bo gelê me bibê sala azadî û serxebûna Kurdistanê.

Ev rojana ne dûr in û kes nikarê pêşîya tekoşîna gelê me bigrê. Gelê me jî wek her netewan pêwîst e li welatê xwe bi azadî, aşîtî û serbilindî bijîi.

Em bangî hemû Kurdên hemû beşên Kurdistanê dikin ku xwedî li ala pîroz derkevin û biparêzin. Ev ala ya me hamûyan e.

Wek tê zanîn çend roj berê gava Serokê Herema Kurdistanê Birêz Mesud Berzanî li paytaxta Tirkîyê, li Anqerê hevdîtin bi berpirsên Dewleta Tirk re kir ala pîroz danî ber rayedarên Deweta Tirk. Di dîroka Tirkîyê de eve cara yekemîn bû ku ala Kurdistanê bi fermî dihat nas kirin. Eve ji bo me hemû kurdan hestekî cûda û serbilindîyeke bê hempa bû. Wê roj werê Kurd ne tenê li Tirkiyê, lê li paytexta Îranê û Sûrîyê jî ala kurd bi serbilindî bilind bikin û bidin qebul kirin.

Em bangî hemû kurdan dikin ku di hemû sîteyên Kurdan de 17. Meha Kanunê roja ala rengîn li dar bixin. Bangî hemû kurdên ku di facê de ne di vê roja pîroz de wêneyê Ala rengîn û Kurdistanê bi kar bînin û wêneyê Kurdistanê parve bikin.

Em bi pêwana hatina 17. Meha Kanunê roja ala Kurdistanê li gelê xwe pîroz dikin.

Her bijî ala rengîn !

Her bijî tekoşîna gelê Kurd.

Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKAR Elmenya